Çima dosyaya kuştina qeymeqam Safîturk 7 sal in nayê vekirin?
Çima dosyaya kuştina qeymeqam Safîturk 7 sal in nayê vekirin?

Qeymeqam Muhammed Fatîh Safîturk 7 sal berê hatibû kuştin, biryara “nepeniyê” ya li ser dosyayê hêj didome û ji dozê tenê Şerîf Mesûtoglû girtî ye. Bavê Mesûtoglû, Mesût Çelîk têkildarî mijarê got: “Ev dosyaye çima nayê vekirin? Em dixwazin daxwaza jinûvedarizandinê ya kurê min bê qebûlkirin.”

18 sal di ser teqîna li Koşûyolû re derbas bûn
18 sal di ser teqîna li Koşûyolû re derbas bûn

Parêzer Rehşan Batarayê diyar kir ku di ser teqîna li Parka Koşuyoluyê de ku 7 jê zarok 10 kes hatin qetilkirin re 18 sal derbas bûne û got ku mirina zarokan bi polîtîkaya bêcezakirinê didome.

Tirkiye dixwaze 4 Rojhilatiyan teslîmî Îranê bike
Tirkiye dixwaze 4 Rojhilatiyan teslîmî Îranê bike

Tirkiye dixwaze 4 aktîvîst û rojnamegerên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Navenda Paşveşandinê ya Edirneyê de tên ragirtin, teslîmî rejîma Îranê bike. Malbatên aktîvîst û rojnamegeran banga hestiyariyê ji raya giştî kirin.

Karsazê ku 5 meh in agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin
Karsazê ku 5 meh in agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin

Karsazê tekstîlê Îsmaîl Demîr ê ku ji 24'ê nîsanê ve agahî jê nedihatin girtin, mirî hate dîtin.

Mînaka welatparêziyê: Agît Malgaz
Mînaka welatparêziyê: Agît Malgaz

Şahidê înfazên JÎTEM'ê Agît Malgaz demek berê ji ber krîza dil wefat kir. Hevjîn û hevalê wî wiha qala Malgaz kirin: “Îşkenceyên giran lê hatin kirin. Lê dîsa jî tu carî bawerî û dilsoziya xwe ya li dijî têkoşînê winda nekir.”

Di 10 salan de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê çi qewimî?
Di 10 salan de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê çi qewimî?

DMME’yê têkildarî Abdullah Ocalan biryara “binpêkirinê” dabû û Tirkiyeyê ev biryar tune hesibandibû. Tirkiye, ji bilî “plana çalakiyan” tu gavan naavêje. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser hewldanên rêxistinên maf û hiqûqê, mijar dîsa kir rojeva xwe.

Şaredariya Agiriyê bênavber dixebite: Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî dê bê avakirin
Şaredariya Agiriyê bênavber dixebite: Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî dê bê avakirin

Şaredariya Agiriyê ya DEM Partiyê di pêvajoya 5 mehan de pirsgirêkên bajêr ên li ber çavan yek bi yek çareser kirin. Şaredariya ku li gorî daxwazên gel plansaziya xwe çêdike, amadekariyan dike ku Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî veke.

ROJEVA 11'Ê ÊILONA 2024'AN
ROJEVA 11'Ê ÊILONA 2024'AN

Ji ARÎ-DER’ê banga 'em her derî bikin kurdî'
Ji ARÎ-DER’ê banga 'em her derî bikin kurdî'

ARÎ-DER'ê destnîşan kir ku heyama perwerdehî û hîndekariyê ya nû bi awayekî ji zimanê dayikê bêpar dest pê kiriye û banga her derê bikin kurdî kir.

Di salekê de 66 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
Di salekê de 66 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora ku ÎSÎG’ê têkildarî zarokên dixebitin amade kiriye, di saleke dawî de herî kêm 66 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Nobeta Edaletê di roja 21’an de ye: Pêbawerî bi hiqûqê pêk tê
Nobeta Edaletê di roja 21’an de ye: Pêbawerî bi hiqûqê pêk tê

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş serdana Emîne Şenyaşar kir û got: “Nepêbaweriya herî mezin bêedaletî ye. Pêbawerî bi edaletê û hiqûqê pêk tê.”

Iraq û Îranê di navbera xwe de 14 peyman îmze kirin
Iraq û Îranê di navbera xwe de 14 peyman îmze kirin

Serokkomarê Îranê li gel şandeyek aborî û siyasî ji bo hin peymanan îmze bike hate Bexdayê. Di serdanê de Iraq û Îranê derbarê mijarên cuda de 14 peyman îmze kirin.

Mixtar Salîm Guran ji wezîfeyê hat dûrxistin
Mixtar Salîm Guran ji wezîfeyê hat dûrxistin

Apê Narîn Guran, Salîm Guran ê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû girtinji wezîfeya mixtariyê hat dûrxistin.

Berdevka DEM Partiyê Dogan: Em di çarçoveya hevpariya têkoşînê de planên nû dikin
Berdevka DEM Partiyê Dogan: Em di çarçoveya hevpariya têkoşînê de planên nû dikin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî civîna MYK’ê ya berdewam dike anî ziman ku di çarçoveya hevpariya têkoşînê de plansaziyên nû dikin.

Li Kursa Quranê tacîza zayendî li zarokekê hat kirin
Li Kursa Quranê tacîza zayendî li zarokekê hat kirin

Li gundê Qetîn ê bi ser Karazê ve perwerdekarê Kursa Quranê Osman E. li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk anî.

< 637 638 639 640 641 > Rupel 639 / 5.358