Di doza Zeydan de biryara keşfê
Di danişîna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku piştî biryara Dadgeha Bilind jinûve dest bi darizandina wî hate kirin de biryar hate dayîn ku li herêma “mertalê zindî” keşf bê kirin.
Wezîr Tunç têkildarî Narînê daxuyanî da
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî lêpirsîna Narîn Tunç daxuyanî da û wiha got: “Delîlên li ber destê me têkildarî kujer an jî kujeran agahiyên girîng dide.”
Li Stenbolê ji hêzên demokrasiyê re banga ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin
Platforma Saziyên Demokratîk ji bo mitînga mezin a dê di 13’ê cotmehê de li Amedê ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd were lidarxistin ev bang kir: “Werin em bi hev re ji bo pêşeroja xwe ya demokratîk û azadiya xwe têbikoşin.”
Bayindir: Em ê li gel sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ji bo mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê were lidarxistin bang kir û wiha got: “Di 13’ê cotmehê de em ê bi tevlibûna sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin.”
Ji ÎHD’ê daxuyaniya 12’ê Îlonê
ÎHD li pêşiya Radyoya TRT’ê ya Stenbolê ku daxuyaniya darbeyê 12’ê Îlonê lê hati xwendin, daxuyanî da û anî ziman ku ji bo pêşî li darbeyan were girtin divê aştiya mayînde were avakirin.
Li pêşiya Girtîgeha Hejmar 5’ê bang kirin: Bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê diyar kir ku di 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê îşkenceyên li dijî mirovahiyê hatine kirin û banga hevrûbûnê kir.
Serpêhatiyên xwe yên 12’ê Îlonê vegotin: AKP li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye
Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Stenbolê Asalettîn Arslanoglû ku yek ji şahidên 12’ê Îlonê ye, diyar kir ku di 44 salên derbas bûyî de bêqanûnî zêde bûn. Efserê teqawîd Rahmî Yildirim jî wiha got: “Muhakeme, ûsûl û hiqûqa pergala darazê ya îro li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye.”
Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Hewlêrê kir
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan piştî hevdîtinên li Bexdayê, serdana Hewlêrê kir. Pizeşkiyan li balefirgeha Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Ji jinên banga 16’ê Îlonê
Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destnîşan kirin ku ew ê tev li greva giştî ya hatiye daxuyandin bibin û banga xurtkirin û xwedîderketina grevê kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk: Em di 13’ê cotmehê de ji bo ‘azadiyê’ li Amedê kom dibin
Platforma Saziyên Demokratîk diyar kir ku qonaxeke nû li kampanyaya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” zêde kirine û dê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin li dar bixin.
Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet, wê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bike
Ozturk Turkdoganê ku di Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edaletê de cih digire, diyar kir ku di bernameya wan de hevdîtina bi partiyên siyasî re heye û got: "Em ê der barê tecrîdê de wan agahdar bikin û dosyeyên ku rewşa heyî vedibêjin pêşkêşî wan bikin."
Konferansa Jinan a DEM Partiyê: Em ê mal bi mal bigerin û birêxistin bikin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di konferansa “Em di jiyaneke azad û wekhev de biisrar in, xwe birêxistin dikin” de wiha got: “Em ê mal bi mal, derî bi derî bigerin û rêxistiniya xwe mezintir bikin.”
KNK: Divê hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun bên cezakirin
KNK'ê xwest, hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun werin eşkerekirin, cezakirin ku careke din li Başûrê Kurdistanê bûyerên bi vî rengî neqewimin.
Jinên di êrişê de birîndar bûn: PDK û Iraq jî şirîkên dewleta tirk in
Jinên di êrişa dewleta tirk a li dijî Wargeha Mexmûrê de birîndar bûn diyar kirin ku PDK û rêveberiya Iraqê jî şirîkên sûcên dewleta tirk in.
Binçavkiriyên lêpirsîna Guranê sewqî edliyeyê hatin kirin
Hin kesên ji ber lêpirsîna Narîn Guranê hatine binçavkirin, sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.