Di lêpirsîna kuştina Narîn Guran de 8 kesên din jî hatin girtin
Di lêpirsîna der barê kuştina Narîn Guran de dayika wê Yuksel Guran û kekê wê Enes Guran jî di nav de 8 kes hatin girtin.
Girtiyê 71 salî roja wê bihata berdan jiyana xwe ji dest da
Siyasetmedarê kurd Abdulmelîk Okyay ê 71 salî roja ku wê ji girtîgehê bihata berdan, ji ber ku krîzê li dilê wî xist, jiyana xwe ji dest da.
Lê pirsîna der barê kuştina Narîn Guranê de: 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin
Îfadeyên dozgeriyê yên kesên di lêpirsîna Narîn Guranê de hatibûn binçavkirin temam bûn. Piştî îfadeyê 10 kes hatin berdan û 9 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.
Di lêkolîna biyolojîk a Narînê de DNA’yek cuda nehat dîtin
Di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de, di rapora lêkolînê ya biyolojîk ya ATK’a Amedê derxistiye de, hat diyarkirin ku ji ber cesedê narîn Guranê di bin avê de maye, daneyeke aydê kesê sêyemîn nehatiye dîtin.
Cenazeyê jina ku 5 meh bûn windabû hat dîtin
Jina bi navê Çîgdem E. ku 5 meh bû li Konyayê winda bû, li baxçeyê mala wê bi awayekî çalkirî hat dîtin. Der barê bûyerê de 5 kes hatin girtin.
Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome
Bi boneya 44’emîn salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û hat gotin ku rejîma yekperest a 12’ê Îlonê hêj didome.
Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn
Wesayîta ku leşkerekî diajot û teqsiyekê li ser rêya bêjahiyê ya Şirnex û Cizîrê li hev dan. Di qezayê de ajokarên wesayîtan bi giranî birîndar bûn.
Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî were berdan
Emîne Şenyaşar a li Meclisê çalakiya xwe didomîne, xwest kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar were berdan.
Doza kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hate taloqkirin
Di danişîna doza têkildarî kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê yên li Mêrdînê hatin kuştin de biryara berdewama girtina bersûcan hate dayîn û danişîn hate taloqkirin.
Zarokê motor diajot di qezayê de jiyana xwe ji dest da
Li Şirnexê zarokê 17 salî ku motor diajot, di encama qezaya trafîkê ya derbas dikir de jiyana xwe ji dest da.
Dayika zarokê li Qursa Qur’anê hatiye tacîzkirin: Sedema wê polîtîkayên necezakirinê ne
Li taxeke navçeya Karazê li Qursa Qur’anê zarokek rastî tacîza zayendî hat. Dayika zarokî diyar kir ku sedema zêdebûna sûcên zayendî polîtîkaya necezakirinê ye û wiha got: “Bila faîlê tacîzê bê cezakirin.”
Berdana SGDF’iyan hate xwestin
Endamê PM’a ESP’ê Mûrat Çepnî xwest endamên binçavkirî yên SGDF’ê werin berdan û anî ziman ku dê ciwan têkoşîna xwe ya li dijî komployên bi vî rengî bidomînin.
Danişîna parêzer Ozbey ji bo mutalayê hate taloqkirin
Di danişîna Gurbet Ozbey a ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tê darizandin de biryar hate dayîn ku mutala bê amadekirin.
Di 6 rojan de li Efrînê 19 welatî hatin revandin
Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, di nava 6 rojan de li Efrînê 19 welatî revandin.