Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
Di lêpirsîna Narîn Guran de hin gumanbar tên parastin lê ev tên veşartin. Li gorî parêzerên ku dosyeyê teqîb dikin, di navbera windakirina Narînê de û li ser agahdarkirina windakirina wê 2 saet zeman heye û ji bo ronîkirina dosyeyê ev yek gelek girîng e.
Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
Walîtiya Şirnexê ketin û derketina herêmên Cûdî, Gabar, Besta ku qirkirina ekolojîk lê didome û herêmên Kelamemê, Feraşîn ku operasyonên leşkerî lê berdewam dikin û gelek herêmên din ji bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.
Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî lêpirsîna Narîn Guranê daxuyanî da û kitekitên bûyerê parve kir. Eren, da zanîn ku weke miştekî serlêdan kirine û got ku divê dîsa îfadeyên apê Narînê, Salîm Guran bê girtin.
Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
Rojnameger Înan Kizilkaya û Îhsan Çaralan bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kirine” hatin darizandin. Dozgerî di mutalaaya xwe de xwest rojnameger bên cezakirin.
Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
Meclisa Şaredariyê ya Şemrexê biryar da ku navê “Parka Jiyanê ya Narînê” li parkekî bajar bike.
Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
Danişîna doza ku Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan jê tên darizandin, ji bo mutala bê amadekirin hate taloqkirin.
Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku hewldan heye ku lêpirsîna Narîn Guran veguherînin bûyereke magazînel û wiha got: “Em ê derheqê kesên nepeniya lêpirsînê binpêkirin de serlêdana sûc bikin.”
Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin
Ji endamên koma Demîr Lebleblî Yasemîn Demîr ku di dema çalakiyên ji bo Narîn Guranê de hat binçavkirin, got: "Dîmenên hevalên me yên kincên wan ji wan hat kirin, bi telefonên şexsî yên polîsên mêr hatin kişandin. Dîmenên der barê tundiya polîsan de jî bi darê zorê hatin jêbirin."
Şewata li Mûşê hate vemirandin
Şevê din li navenda Mûşê şewat derket û bi mudaxileya komên şaredariyê şewat hate vemirandin.
Kuçukbalaban: Abdullah Ocalan muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî ye
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban ku tecrîda li Îmraliyê nirxand, îşaret bi hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan kir û got: "Muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî Ocalan e."
Kanar: Bicihanîna ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan dê bi xwe re demokrasiyê bîne
Parêzer Ercan diyar kir ku ya girîng ne ew e ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bigire rojeva xwe û wiha got: “Ya girîng, biryara tê dayin e. Gavavêtina li gorî biryara DMME’yê dê bandoreke erênî li têkoşîna demokrasî û aştiyê ya Tirkiyeyê bike.”
‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake'
Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Filîz Bûdak ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûrê da, got: "Gelê me 30 sal in têdikoşe û li ber xwe dide. Di têkoşînê de bi israr e. Çi dibe bila bibe wê berxwedana xwe bidomîne."
Ji mexdûrên erdhejê xwestin ku xaniyên prefabrîk vala bikin
Li navçeya Hênê mexdûrên erdhejê yên di prefabrîkan de dimînin, diyar kirin ku ji wan tê xwestin ku ji van malên prefabrîk bên derxistin û gotin: "Cihekî ku em pê de biçin tune ye."
Mutebeqeta Enqere-Bexdayê: Gefeke mezin e
Rojnameger Argeş Şengalî “Mutebeqeta ewlehiyê” ya di navbera Enqere-Bexdayê de hatiye mohrkirin nirxand û wiha got: “Êrişên heyî li ser tevahiya herêmê gefeke mezin e.”