Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
Li çoltera Licê ya operasyona leşkerî lê hatiye destpêkirin dengê çekan bilind dibe.
Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li Îzmîrê de hate diyarkirin ku ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelan daxwaza aştiyê tê kirin û hate destnîşankirin ku heta encam negirin dê têkoşîn bidome.
Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
Emîne Şenyaşar a di Nobeta Edaletê ya li Meclisê didomîne de bang li Erdogan kir, wiha got: “Kurê min berdin da biçim mala xwe.”
Li gundê Zengokê şewat derket
Li herêma Kelê ya girêdayî gundê Zengok a Mûşê şewat derket. Gundiya got ku şewat piştî dengê topan a ji qereqolê hatî derketiye.
Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
Doza 3 kesên di nav de nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip jî heye, bi hinceta kêmanî werin tememkirin, hate taloqkirin.
Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdeyî hezar û 500 parêzer û saziyên hiqûqê mohra xwe danîn binê nameyekê û ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re şandin.
Mûsa Anter dê were bibîranîn
Nivîskar û rojnamevan Mûsa Anter dê di 20’ê îlonê de li cihê lê hatiye qetilkirin û li ser gora xwe bê bibîranîn.
Li çoltera Licê şer derket
Hate zanîn ku piştî operasyona leşkerî ya li gundê Pêçar a girêdayî Licê şer derketiye.
Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
Li navçeya Peyasê Zarokistan hate vekirin ku dê gelek atolyeyên cuda yên pirzimanî lê bên lidarxistin.
DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî û destnîşan kir ku birînên li wir dikarin bi piştevaniyê bên pêçandin.
Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
Li navçeya Wêranşarê du polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin.
Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
Balafirên bêmirov ên dewleta tirk êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin.
Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
Li Ceyhanê TIR û dolmîşek li hev ketin. Li gorî agahiyên bi dest ketine di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.
Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
Li Efrîna di bin rêveberiya Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de 2 welatî hatin revandin, gelek darên behîvan hatin birîn û zeytûn hatin dizîn.
Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
Abdulkadîr Kuday û Ergîn Aktaş ku her du jî girtiyên nexweş in û rewşa wan giran e û li Girtîgeha Metrîsê tên ragirtin diyar kirin ku tişta herî girîng ew e ku wan li ser pêya digire “Jiyanek hevrêtiyê ye.”