Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
Ji 16 serlêdanên sûc ên ku Baroya Rihayê di 21 mehan de li dijî pêkanînên nijadperestî, zimanê nefretê û îşkenceyê serî li Serdozgeriya Komarê dabû, tenê yek jê esas hat girtin.
KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
KNK'ê serdegirtina MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê û binçavkirina rêveber û xebatkarên zimanê kurdî şermezar kir û xwest her kes li ber van zextan dengê xe derxe.
Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
Hevberdevkê Herêma 2'yemîn a Stenbolê ya DEM Partiyê Samet Ayaz diyar kir ku xebatên wan ên di çarçoveya mitînga 13'ê Cotmehê de dewam dikin û banga "Werin em li Amedê li dijî tecrîd, zext, xizanî û wêraniyê li hev bicivin."
Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
Endama Grup Yorumê Şura Başer diyar kir ku Rezzan Şengul û Vedat Dogan ên di greva birçîbûnê de ketine bin 38 kîloyan û wiha got: “Êdî bi zehmetî radibin û rûdinin. Divê daxwazên wan bên qebûlkirin.”
Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
Li çoltera navçeya Şaxê li "herêma ewlehiya taybet" operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
Hejmara kesên di operasyona li dijî saziyên ziman û çanda Kurd de hatin binçavkirin derket 25’an.
'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, der barê serdegirtin û binçavkirinên li hember MED-DER û Payîz Pirtûkê de daxuyanî da û got: “Em dixwazin ku astengiyên li pêş xebatên Kurdî bên rakirin.” Hevserokê Komeleya Birca Belek Cahit Akil jî got: "Ev êriş jî wek hemû êrişên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ne."
Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
Parlamenterên DEM Partiyê têkildarî “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûnek pêşkeş kir û xwest ku di înfaza cezayî de guhertin were kirin.
Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
Ji ber sedema şewata li Xana Axpar û Şemrexê di 20’ê hezîranê de derketiye nehat diyarkirin, şandeya pisporan a ji 9 kesan pêk tê, hate avakirin.
Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
47 jinên girtî yên li Girtîgeha Evînê ya Îranê li dijî îşkenceyan 24 saetan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin, dê îşev saet 22.00'yan greva xwe bi dawî dikin.
Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
Biryara demboriyê ya der barê 89 kesên ku ji qetilkirina 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dihatin darizandin ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
Ji bersûcên doza Apartmana Hîsamî ya di erdheja navenda wê Mereş bû û 100 kes di bin de jiyana xwe ji dest dane re 17 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn.
DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
DEM Partî sepana bikelemçe ya li dijî siyasetmedarê girtî Gunay Kûbîlay gilî kir.
Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez, têkildarî îşkencekirina Yûnûs Emre Geçtî yê ku polîsan poşetê çopî kir ber serî li ÎHÎK’ê da û xwest polîs bên cezakirin.