4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
Li Xelfetiyê leşkeran li baxçeyê qereqolê îşkence li 4 welatiyan kiribûn û welatî piştî 2 salan hatibûn berdan. Dadgeha Bilind cezayê welatiyan erê kir û her 4 welatî dîsa hatin girtin.
Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
Nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo perwerdekarên MED-DER’ê yên hatine binçavkirin bi zaravayê kirmanckî yê kurdî atolye li dar xist.
Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
Daxwaza malbata Munevver Karabulut a ji bo vekirina gora Cem Garîpoglû hate qebûlkirin.
Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû derbarê dadger Hakîm Şenol Kartal ê ew ji eywana danişînê derxistibû serî li HSK’ê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da û giliyê wî kir.
Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
Rojnamegera girtî Pexşan Ezîzî ya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, rakirin nexweşxaneyê.
DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
DEM Partiyê têkildarî qetilkirina Narîn Guranê, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê kesên nahêlin lêpirsîneke baş were kirin û rastî bên tespîtkirin, gilî kir. DEM Partiyê xwest ku têkiliya di navbera Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû û Salîm Guran were tespîtkirin.
Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
Mamosteyên kurdî jî di nav de dema binçavkirinê ya 29 kesên hatibûn binçavkirinê hate dirêjkirin.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 43 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
Serokê Îstîxbarata Fermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn di bernameya Haberturkê de bang kir ku li Serokê Giştî yê YNK’ê Bafel Celal Talabanî suîqest bê kirin.
Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
Çêkirina projeya "Bendava Cizîrê" ku dê li Cizîrê li ser Çemê Dîcle bê çêkirin hat destpêkirin. Bi bendava ku ji aliyê desthilata AKP'ê ve bi salan e propagandaya wê tê kirin, wê gelek wargehên dîrokî bin avê de bimînin û her wiha bi çêkirina bendavî re dê Kurdistana Federe û Iraq bi krîzek giran a avê re rû bi rû bimînin.
Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
Rojnamevan Engîn Yûrtsever êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê nirxandin û got: “Tirkiye bi van êrişên xwe yên dawî dixwaze zemîna êrişek berfireh li dijî Garê û Qendîlê amade bike.”
Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
Têkildarî mirina bi guman a Meryema Hasanoglû îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de der barê çawişê pispor ê berê Tekîn Çelîk de ji sûcê “berê wê daye mirinê” ceza hat xwestin.
Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li hemberî saziyên ziman ên li Amedê de xwediyê Payîz Pirtûkê Cîhat Guney serbest hat berdan û 2 kesên din jî hatin binçavkirin.
Ji bo kurdî banga seferberiyê
Sazî û partiyên siyasî yên Wanê ji bo serdegirtina MED-DER'ê, Kooperatîfa Ankayê û Payîz Pirtûkê daxuyanî dan û şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên li ser zimanê kurdî û tecrîda li ser Ocalan bi hev re girêdayîne û xwestin mamosteyên kurdî demildest bên berdan.