Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
Duh 13 kesên li Mêrdînê di serdagirtina malan de hatine binçavkirin, hatin berdan.
Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
Danişîna doza Nîhat Kazanhan ku bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, taloqî 16’ê kanûnê hate kirin.
Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
Siyasetmedar Haci Abdullah Cav ê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Depê hat veşartin.
Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna li Amedê hatiye destpêkirin de hatin binçavkirin derket 29’an. Dema binçavkirinê ya binçavkiriyan 24 saetan hate dirêjkirin.
Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê di serdegirtinên malan de rojnamevan Lutfiye Burcu Kara jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.
DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
DBP û DEM Partiyê li Cizîrê di navbera wan de dijminatî hebû lihev anîn.
Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
Di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de 2 kolber birîndar bûn.
Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
Rojnamevan Ahmet Kanbal ji ber nûçeya belav kiribû, doz hatibû vekirin û der barê wî de biryara “neşopandinê” hatibû dayîn. Ji heman nûçeyê bi îdiaya “agahiya xapîner bi zelalî belav kiriye” der barê Kanbal de lêpirsînek nû hat destpêkirin.
Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
Saziyên çandê yên li bajar, MED-DER’a ku polîsan deriyê wê şikandine û rêveberên wê binçav kirine, vekirin û bi sernavê “Qirkirina Çandî ders dan.
Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê ev demeke dirêj e di bin rêveberiya yek partiyê de ye û destnîşan kir ku ev partî axa Kurdistanê firotiye dijminên kurdan.
Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Pevçûnên li qadên Katoya Xelîlan, Tirba Heset, Kelya Hê û Piling Axayê yên di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û Berwarî ya Sêrtê de dijwar bûn. Li gorî agahiyan, di pevçûnan de kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
Li Herêma Kurdistana Federe propagandaya hilbijartinên parlamentoyê dest pê kirin.
Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî serdegirtina saziyên perwerdeya kurdî didin û binçavkirinan dan û wiha gotin: “Divê li dijî van êrişan kurdî hêj bêhtir were belavkirin. Kes nikare pêşiya têkoşîna zimanê kurdî bigire.”
43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
Nêzî 43 meh in tu agahî ji ji Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye nayê girtin. Di vê pêvajoyê de 600 serlêdanên ku hatin kirin bê encam man.