Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
Polîsan li Amedê di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka sê salî ya nexweş şikandin.
Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
Îfadeya rojnameger Rabîa Onver a ku ji ber nûçeya wê ya der barê çeteya fuhûş û tiryakê ya Colemêrgê de nûçe çêkiribû bi ser mala wê de hatibû girtin, nehat girtin.
Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan ku di serdana endamên partiyê de axivî diyar kir ku ji niha û pê ve dê ji bo rêxistina xwe xurt bikin bênavber bixebitin û wiha got: "Em ê bi jin, ciwan û gelê xwe re yekitiya xwe avabikin û têkoşîna xwe mezin bikin."
AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdana Dîlan Şahîn de ku bi binçavkirinê û tundiyê re rû bi rû mabû û pitika wê ji ber çûbû, biryara “binpêkirinê” da.
Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
Polîsan li Amedê bi ser avahiya Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê de jî girt. Di çarçoveya lêpirsîna der barê MED-DER’ê, Payîz Pirtûkê û Kooperatîfa Ankayê de heta niha 23 kes hatine binçavkirin.
Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû bi biryara dadgehê ji eywana danişînê hate derxistin.
Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ê di daxuyaniya têkildarî serdegirtina li ser MED-DER û Payîz Pirtûkê de axivî, wiha got: “Dibe ku perwerdekarên me di bin çavan de bin lê saziyên bê xebatkar namînin. Her kurdek mamosteyeke, xebatkareke.”
Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
Di danişîna doza rojnameger Abdullah Kaya de biryar hate dayin ku xwe li benda endama dosyayê ya li Dadgeha Bilind bigirin.
Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan bi ser Payîz Pirtûkê de jî girtin. Polîsan piştî lêgerîna 4 saetan 409 pirtûk û 144 kovar desteserkirin.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 42 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê û Mêrdînê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
Wezareta Dadê bersiv da pêşnûmepirsa têkildarî lêpirsîna Taybet Înan ku di dema qedexeya derketina kolanan de hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû û got: “Li wezareta me nîne.”
Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
Rêxistinên sivîl ên civakî dê li Amedê serdegirtina MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê protesto bikin.
Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
Di serdegirtinên avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de gelek pirtûk hatin desteserkirin. Gelek perwerdekarên dersên kurdî yên MED-DER’ê jî hatin binçavkirin.
Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
Ferît Şenyaşar ê ku li Meclisê tevî diya xwe ji bo "edaletê" li ber xwe dide, ragihand ku rayedarên hikûmetê sozên ku dane bi cî neanîne û got ku daxwazên wan ên ji bi hevdîtina bi Tayyîp Erdogan re jî bi awayekî neyekser hatine redkirin.