Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
Ewlekariya Şaredariya Çankayayê li mamosteyên ku ji ber ji kar hatine derxistin û li pêşiya avahiyê şaredariyê çalakiya rûniştinê li dar dixin, xist. Xebatkarê şaredariyê jî gefa kuştinê li nûçegihanê me Mehmet Aslan xwar.
Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo şermezarkirina serdegirtina saziyên zimanê kurdî û piştevaniya bi mamsoteyên kurdî yên hatin binçavkirin re çalakiya rûniştinê li dar xistin û zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin.
GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
GABB’ê biryara avahiya akademiya xwe ku ji aliyê qeyûman ve şiklekî neqanûnî hatibû dewrkirin, betal kir.
Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
Li Amedê “7’emîn Sempozyûma Navneteweyî ya Derbarê Qewîkirin û Parastina Avahiyên Dîrokî de” hat lidarxistin. Di sempozyûmê de hat destnîşankirin ku avahiyên dîrokî û nirx û mîrateyên çandeyî bên parastin.
Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
7 baroyên ku bal kişandin ser binçavkirina perwerdekarên kurd, bang kir ku kesên hatine binçavkirin bên berdan.
Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
Hat destnîşankirn ku Qeymeqamtiya Erdîşê micira ku Midûriyeta Giştî ya Riyên Bejahiyê (KGM) ji riyan jêkiriye, ji bo nede şaredariyê, rijand sergoyê.
Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
Di dosyaya doza kuştina qeymeqam M. Fatîh Safîturk de tenê Şerîf Mesûtoglû girtî ye. Mesûtoglû, ji bo jinûve were darizandin serlêdan kiribû lê hate redkirin.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
Di lêpirsîna kuştina Narîn de hat tespîtkirin ku dema Nevzat Bahtiyar cenazeyê Narînê di nava çem de vedişart du kesên din jî pê re bûne.
Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bal kişand ser çalakiyên li dijî şerê taybet ên li Kurdistanê û got: "Em ê li hemû bajaran ku em lê bi rêxistin in, bi jinan û komên têkel re komxebat û çalakiyên li dijî polîtîkayên şerê taybet li dar bixin."
Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
Mamosteyên zimanê kurdî yên 4 roj in di binçavan de ne sewqî edliyeyê hatin kirin.
Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
Nivîskar Adil Ercan destnîşan kir ku êrişên li dijî saziyên zimanê kurdî ji polîtîkayên asîmîlasyonê cuda nîn in û wiha got: “Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv.”
Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
Faîlên Ceylan Onkol a bi guleya hewanê ya ji qereqolê hate avêtin hate qetilkirin 15 sal in nehatin darizandin. Hevala Onkolê, Senîha Onkol wiha got: “Ji ber ku kujer dewlet e hat veşartin.”