Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
Serokê Konseya Çerkesya ya Yekbûyî akademîsyen Balkar Sekçuk Baglar, bal kişans ser pêvajoya heyî û got: "Li gorî fikra min, ev pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk ê piralî û dûr ji nêzikatiya tekparêz û netewperest firsend e."
Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, dê di civîna xwe ya roja Pêncşemê de biryara serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide.
Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir
Demirtaş, ji ber axaftina Devlet Bahçelî ya li ser tehliyeya wî û daxuyaniya rexnedariyê ya Ozgur Ozel a di derbarê parêzbendiyan de, spasiya wan kir.
Bakirhan bi Serokê TUSÎAD’ê re hevdîtin kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiya xwe bi Serokê TUSÎAD’ê Orhan Dogan re hevdîtin kir.
Protestoyên 4’ê Mijdarê: Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve
Li gelek bajaran tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyî û operasyonên siyasî hatin protestokirin û wiha hate gotin: “Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve.”
Şîna Recep Unuş hate ziyaretkirin
Şîna gerîlayê HPG’ê Recep Unuş a li semta Kadîfekale ya Îzmîrê hate ziyaretkirin.
Rojnamegerên Daştan û Bîlgîn bi bîr anîn beraet kirin
Di danişîna rojnamegerên ji ber bîranîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dihatin darizandin de biryara beraetê hate dayin.
Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
Platforma Saziyên Demokratîk, serdegirtina mala 3 jinan û derbkirina wan protesto kir û got: “Em ê destûrê nedin ku jin bibin hedefa polîtîkayên şerê taybet û hedefa bi zanebûn a aqilê nêrza.”
Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
Hat îdiakirin ku wesayîta fermandarê qereqolê jî di nav de li bajarokê Dergûlê du wesayît hatin şewitandin.
Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji bo tehliyeyê serlêdan kirin.
Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
Platforma Saziyên Demokratîk li pêşiya kafeya Roj-Dem’ê ya li semta Ofîsê ku bi fihûş û tiryakê bûye rojev, çalakiyeke protestoyî li dar xist. Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîrê di çalakiyê de banga “xweparastinê” kir.
Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
Devlet Bahçelî piştî civîna koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Berdana Selahattîn Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be.”
Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
Şandeya Îmraliyê, ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got: “Ji bo derbasî qonaxa pozîtîf bibin, hewceye her kes di vê pêvajoyê de hesas, micid û bi berpirsyarî tevbigere.”