Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
Dadgeha 13’yemîn a Cezayê Giran a Stenbolê, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê ji nû ve darizandina Geziyê Tayfun Kahraman bi cih neanî.
Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
Dadgeha Herêma Erziromê, doza merttalên zindî ya Îdirê ku 16 kes dihatin darizandin; ji ber astengkirina parastinê, cezadayîna zêde, kêmasiya lêkolînê biryara betalkirina cezayê da.
Akgok piştî 31 salan tehliye bû
Sedat Akgok, piştî 31 salan ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê tehliye bû.
Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
Duh bi şev herêmên li rojavayê bajarê Siwêdayê bi çekên giran hate bombebarankirin.
Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
Welatiyan xwest ku şûna avahiya Dibistana Polîsan û Midûriyeta Emniyetê ku hatine hilweşandin, park were çêkirin an jî bibe cihê kombûna erdhejê.
Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
Rêya Hawirdorê ya Wanê ku ji Taxa Beyuzumu ya navçeya Tûşbayê re derbas dibe, xetereyeke mezin li ser jiyana gel çêdike. Malbatên xwendekar û şêniyên taxê dixwazin serbihurek li ser rê were çêkirin û gotin heta tê çêkirin dê zarokên xwe neşînin dibistanê.
Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
Di çarçoveya lêpirsîna Ekrem Îmamoglû de ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin.
Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
Rojnamevan Baran Germiyanî diyar kir ku nediyariya hilbijartinên Iraqê dê heta roja dawî bidome û destnîşan kir ku ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek, dê pirsgirêkên gel çareser bibin û got: "Dibe ku tevgereke nû derkeve holê."
Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
Prof. Dr. Yusuf Gunerhan der barê pêvajoyê de fikarên xwe anî ziman û got: "Divê em weke civak di nava piştevaniyê de bin. Divê em ji bo serkeftina pêvajoyê hewl bidin û bixebitin.”
Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Cezayê hefsê yê Akiş, ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat betalkirin û dê di 3’yê Kanûnê de ji nû ve were darizandin.
Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriyê Îlham Ehmedê got: "Hêviya me Sûriyeya nenavendî, demokratîk û pirreng e."
Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
Parlamenterên Meclisa Neteweyî ya Fransayê, deklarasyonek têkildarî pêwîstiya rêzgirtina Tirkiyeyê li hemberî mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îmze kir.
Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
Cezayê 5 mamostayên Kurd ên endamên Encûmena Yekîtiya Mamostayên Kurd ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve hate erêkirin.
Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî yên di komîsyonê cih digirin re civiya.