Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye

Taxa Xaçortê ku berê bi nasnameya xwe ya berxwedanê dihate nasîn, niha ji vê nasnameyê bêpar tê hiştin û bûye navenda polîtîkayên şerê taybet. Çanda taxê ya ku bi tiryak, fihûş û bişaftinê ve tê guhertin, tevna civakî ya taxê jî bi awayekî sîstematîk tê guhertin.

Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje

Welatiyên Dêrsimê diyar kirin ku ji bo pêvajo bi awayekî saxlem bimeşe divê komîsyon demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û bang li dewletê kirin ku gavên berbiçav bavêje.

Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye

Zanyarê Siyasetê yê Zanîngeha Kafkasê Doç. Dr. Adem Çelîk got ku avakirina çandeke siyasî ya hevpar ku demokratîk be û cudahiyan nas bike ku careke din çek neaxivin, yek ji xalên girîng ên ji bo domdariya aştiyê ye.

Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku yekane gava berbiçav a ku desthilatê di vê pêvajoyê de avêtiye, komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin e û gotin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî daxwaza wan a sereke ye.

ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN

Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû

Panela DMME'yê, îtiraza Tirkiyeyê ya der barê biryara binpêkirinê ya Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş de red kir.

Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome

Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê hat berdan, destnîşan kir ku têkoşîna jinan her tim serketî bûye û got: "Jin her tim têkoşer û xebatkarên pêvajoyê bûne. Ev têkoşîn dê di wê astê de bidome."

Huda Kaya hat berdan
Huda Kaya hat berdan

Parlamentera berê ya HDP'ê Huda Kaya, piştî itiraza parêzeran hat berdan.

Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî

Li Amedê li ser rêya Bûlwara Turgut Ozalê, wesayîta polîsên sivîl, li welatiyê bi navê Fatîh Polat qelibî.

Semra Guzel hat berdan
Semra Guzel hat berdan

Parlamentera berê ya HDP'ê Semra Guzel di rûniştina dawî ya doza xwe de hat berdan.

Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.

Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir

Li ser fermana Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî, destûr nehat dayin girse biçe serdana şîna gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Katarê. Polîsan jî girse dorpêç kir û êriş kir.

Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir

Tehliyeya Faruk Can cara 4’emîn hate astengkirin. Hevjîna wî Zarîfe Can ji bo hevdîtinê çû girtîgehê lê gardiyanan bi hinceta ku şêweyê girêdana dersoka wê neecibandin, hevdîtin asteng kir û 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê da.

Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin

Di lêpirsîna der heqê rojnameger Dilgeş Ruvanas de ku ji ber rexneya têkildarî qirkirina daristanan li Şirnexê hatibû vekirin, biryara neşopandinê hat dayin.

Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin

Der heqê çawişê pispor ê li Colemêrgê milê zarokê 10 salî E.T. şikandibû de ji ber sûcê “birîndarkirina biqesdî” îdianame hate amadekirin.

< 59 60 61 62 63 > Rupel 61 / 5.358