DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir

DFG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha Cotmehê aşkera kir. DFG’ê, cih da gelek ceza, sansur û rojnamegerên girtî û got: “İsrara me ya di rojnamegeriya aştiyê de dê bidome.”

Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin

Di danişîna doza rojnameger Ahmet Kanbal de ku ji ber gotinên xwe yên “mudaxileya dewletê ya li erdhejê têr nake” dihat darizandin, hat taloqkirin.

Huda Kaya hate girtin
Huda Kaya hate girtin

Cezayê hefsê yê Wekîla HDP’ê ya berê Huda Kaya teqez bû û hate girtin.

Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin

Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, di çarçoveya doza “Lihevkirina Bajar” de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Di danişîna dozê de parêzeran ji bo parastinê dem xwest û danişîn hat taloqkirin.

Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da

Karsaz Osman Kavala ku 8 sal in di girtîgehê de, bi daxuyaniyekê nivîskî xwst ku Tirkiye rêzê ji bo mafên mirovan û rêgezên hiqûqa bingehîn bigire.

Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi hinceta ku pêkirina şimikê ya bi darê zorê qebûl nekirine, ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.

Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.

Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû

Mehmet Edîp Taşar ku ji ber nexweşiya xwe rakirin nexweşxaneyê, jê re gotin “baş bûye” û şandin girtîgehê. Taşar ku 18 caran anjiyo bûye û 8 stend pêve hatine kirin, li girtîgehê rweşa wî giran bû û rakirin revîrê.

‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’

Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB’ê Mahsun Çiya Korkmaz, diyar kir ku ji sedî 90’ê avahiyên li navçeya Rezanê xetere ne. Cîgirê Hevşaredarên Rezanê Reşat Yuce jî got ku ji bo parastina avadaniya civakî-çandî, divê vesazkirina bajar a cihî ji bo navçeyê guncavtir e.

‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’

Cevat Yerdegul ku 32 salan di girtîgehê de mabû, diyar kir ku pirsgirêk bi muxatabên wê re çareser dibe û muxatabê pirsgirêka Kurd jî Abdullah Ocalan e. Yerdegul, got: “Ji bo pêvajo pêş bikeve, hewcehî bi avêtina gavên şênber heye.”

Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, diyar kir ku nîqaşa li ser çekberdana HSD’ê zextekî derve ye û got: “Ji ber vê zextê jî hevdîtin disekinin û dema ev mijar ji holê radibe jî hevdîtin zêde dibin.”

‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’

Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê yê DBP’ê Huseyîn Bîrlîk, anî ziman ku ji bo pêvajo pêş bikeve hewceye şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û got: “Hêj jî komîsyonê pê re hevdîtin nekiriye. Heta hûn bi muxatabê esasî re hevdîtinê nekin dê pirsgirêk çawa çareser bibe?”

Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket

Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 307’an de bi manşeta “Pêvînayîş avzel o” derket.

ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN

Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin

Tayîp Temel ê DEM Partiyî diyar kir ku îktîdar pêşiya civakîbûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk digire û got: “Îktîdar hewl dide CHP’ê li ser maseyê rake û ev jî pêşî li civakîbûna pêvajoyê digire.”

< 60 61 62 63 64 > Rupel 62 / 5.358