Li dijî Eyn Îsayê êriş hate kirin: 3 zarok hatin qetilkirin
Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk bi topên hewanê êrişî gundê El Fetsa yê Eyn Îsayê kirin. Di êrişê de 3 zarok hatin qetilkirin.
Berpirsyarê Hilbijartinê yê YNK’ê: PDK’î zextê li gel dikin
Berpirsyarê Herêma Hilbijartinê ya Dihokê yê YNK’ê Hecî Silêvaney ku Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê dişopîne, wiha got: “PDK’î zextê li gel dikin ku dengê xwe bidin wan.”
Şîna Temîzer ê li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da hate ziyaretkirin
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl çûn serdana şîna Serhat Temîzer ê ku di roja biryara tehliyeya wî hatiye dayin de li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da.
‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
Îlahiyatnas Dunayser Mendelkanî di komxebata “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” de axivî û got; “Divê civak jinûve were avakirin.” Endama Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Dîba Keskîn jî ev tişt anî ziman: “Divê em bajar bi bajar bigerin û gel vexwînin wijdanê. Civakeke biexlaq, bi avakirina civakeke xwedî wijdan dibe.”
Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ma Music û Şaredariya Sûrê di çarçoveya projeya “Li Kolanê spor û muzîk” de bi zarokan hatin gel hev.
Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
Di hilbijartina Baroya Stenbolê de dengdayin didome. Parêzeran bang li hempîşeyên xwe kirin ku dengê xwe bidin.
DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Dîcle Muftuoglû û Abdurrahman Gok banga tevlibûnê kir û wiha got: “Ya ku tê darizandin rojnamegerî ye. Em banga tevlibûna danişînan dikin.”
Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Hat îdiakirin ku zarokek a 15 salî li Kerboranê ji mala yek qat kete xwarê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
Siyasetmedar û rêveberan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê diyar kirin ku pêdivî bi guherînê heye û banga çûna ser sindoqan li gel kirin.
DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
Endama MYK’a DBP’ê Ayşe Çelîk Bîlek diyar kir ku dê di serdema nû de zêdetir li ser xwebirêxistinkirinê bisekinin û wiha got: “Em ê xwe bajar bi bajar, tax bi tax birêxistin bikin.”
PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Hat diyarkirin ku PDK li Soranê bi kesên ji bakurê Kurdistanê anî deng dide avêtin.
Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
Di îdianameya têkildarî “Çeteya Yenîdoganê” de hat diyarkirin ku beriya venêrîna li nexweşxaneyan haya gumanbaran jê çêbûye, rêveberiya nexweşxaneyê di bûyerekê de qeydên kamerayan jêbirine û pitikek bi dermanên giran ên narkotîkê hatiye mirandin.
Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bersiva pirsa “Di koma xwe de we ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê çi kir?” da. Barzanî, got ku ne li parlamentoya herêmê ne jî bi rêya hikûmeta Iraqê û parlamentoyê ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê tu tevdîr negirtine.
Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
Nivîskar Mizgîn Ronak û Necmettîn Tural ku piştî 30 salên girtîgehê hatibûn bedan, diyar kirin ku ew ê ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî bêhtir biafirînin û wiha gotin: “Ziman, rêxistinbûn e, nasname ye, hebûn e, jiyan e.”
Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku çareseriyeka demokratîk a pirsgirêka kurd bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e û wiha got: “Li dijî sîcên li dijî jin, ciwan û mirovahiyê hatin kirin, bi hevrûbûna felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re aştî dikare pêk bê.”