Yagiz: PDK, bi hiqûqa dijminatiya nêzî me dibe
Nûnerê HDP’ê yê Herêma Federe ya Kurdistanê Nasir Yagiz ku asayîşa PDK’ê bi darê zorê ji Hewlêrê derxist diyar kir ku PDK bi “Hiqûqa dijminatiyê” nêzî wan dibe.
Çapraz: Em ji rewabûna ATK'ê bi guman in
Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê diyar kir ku ew ji rewabûna ATK'ê bi guman in û banga "Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan" kir.
‘Xelfetî modela Komara Demokratîk e'
Welatiyên li ber Şaredariya Xelfetiyê ku qeyûm tayinî wê hat kirin bênavber berxwedana xwe didiomînin, gotin: “Li Xelfetiyê kurd û tirkmen bi hev re dijîn. Xelfetî modela Komara Demokratîk e."
Raportorê Tirkiyeyê Schennach ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike wê serlêdanê bike
Raportorê Meclisa Parlamanteran a Konseya Ewropayê yê Tirkiyeyê Stefan Schennach diyar kir ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin dê serlêdanê bikin.
Di doza Narîn Guranê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin
Di danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê de ji bo bersûcên girtî biryara domandina rewşa girtî hate dayin.
Li Hezexê li dijî xespkirina îradeyê rê hate girtin
Ciwanên navçeya Hezexê tayînkirina qeyûman bi çalakiya rêgirtinê protesto kirin.
Walîtiyê têkildarî gefa li rojnamegeran hatiye xwarin daxuyanî da
Walîtiya Êlihê ragihand ku kesên gef li rojnamegeran xwarin û hewl dan birevînin polîs in.
Nehiştin wekîl bi ciwanên binçavkirî re hevdîtinê bikin
Destûr nehat dayin ku parlamenter bi ciwanên tê gotin li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê tên Îşkencekirin re hevdîtinê bikin.
Rojnamevan Karabay hat girtin
Nûçegîhanê 10Haberê Furkan Karabay ku derbarê lêpirsîna Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer de nûçe çêkiribû hat girtin.
Li her derî berxwedana li dijî qeyûman
Li gelek bajaran tayinkirina qeyûman hat şermezarkirin û peyama ku wê rê nedin qeyûman hat dayîn.
Li Êlihê bilançoya binçavkirin û girtinan
Li Êlihê di nava 5 rojan de 56 jê zarok 173 kes hatin binçavkirin û 3 jê zarok 18 kes hatin girtin. 28 kes jî hîna di bin çavan de ne.
Li Mêrdînê meşa girseyî: Gelê Kurdistanê qeyûm û siyaseta we qebûl nake
Li Mêrdînê tayînkirina qeyûman bi meşekî girseyî hat protestokirin. Hevşaredar Ahmet Turk got: "Êdî tu kes nikare gelê kurd bixapîne. Tu kes êdî nikare gelê kurd bişkîne."
Li du bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
Li Stenbolê û Enqereyê di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de hat xwestin girtiyê nexweş Dede Anil û Melek Akgun bên berdan.
Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
Jinên siyasetmedar li Xelfetiyê tayînkirina qeyûm şermezar kirin û gotin: “Qeyûm ne çareserî ne. Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe.”