Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn: Em ê tecrîdê têk bibin
Li Wanê TJA’yê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da û got: "Em azadiya jinê di têkbirina tecrîdê de dibînin. Li dijî tecrîdê em ê di 25’ê Mijdarê de her kolan û taxên Wanê veguherînin qada çalakiyê. Em ê bi têkbirina tecrîdê azad bibin."
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bayram û Tekîn pirsîn
Dayikên Şemiyê cara 1024'an çûn Qada Galatasarayê û li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ên 28 sal in aqûbeta wan nayê zanîn pirsîn.
Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê: Qeyûman bi paş ve bikişînin
Di çalakiyên ji bo aqûbeta windayan hatin lidarxistin de hat diyarkirin ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd windakirinên di binçavan de û cînayetên faîl nediyar pêk hatin û daxwaza edaletê hat kirin.
Li Êlihê meşa girseyî: Em ê tu carî xiyanetê li berxwedana xwe nekin
Gelê Êlihê di roja 6’emîn a tayînkirina qeyûman de berxwedana xwe didomînin û diyar kirin ku ew ê polîtîkayên qeyûman qebûl nekin û gotin: “Berxwedana me didome, em ê tu carî xiyanetê li dîroka xwe ya berxwedanê nekin. Em ê teqez bi ser bikevin."
Li Amedê atolyeya 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve'
Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi dirûşma 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve' komxebatek lidar xist. Di komxebatê de bal hat kişandin ser bandora polîtîkayên neo-lîberal ên li ser vê qadê û hat gotin ku divê li dijî vê meclîsên tenduristiyê bên damezrandin.
Erol ê bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan
Medenî Erol ê ku ji sedî 70’ê astengdar e û bi îşkenceya kuçikan hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan.
Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
Jinên siyasetmedar li Xelfetiyê tayînkirina qeyûm şermezar kirin û gotin: “Qeyûm ne çareserî ne. Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe.”
DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara qeyûman serî li dadgehê da
DEM Partiyê bi daxwaza rêvebirina tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bê rawestandin, serlêdan kir.
Ciwanên Êlihê duh bi şev jî li qadan bûn: Qeyûm wê biçin
Ciwanên Êlihê şeva bihûrî jî li dijî tayînkirina qeyûm li qadan bûn û heta derengiya şevê çalakiyên xwe domandin.
Danişîna doza Narîn Guran di roja sêyemîn de didome
Danişîna doza têkildarî qetilkirina Narîn Guran hatiye vekirin di roja sêyemîn de berdewam dike.
Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman
Hevşaredarên DEM Partiyê yên Rihayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û gotin ku ew ê destûrê nedin qeyûm.
Rêxistinên rojnamevanan ji bo Mizgîn Sonuk banga berdanê kirin
Rêxistinên pîşeya rojnamevaniyê banga berdana rojnamevan Mizgîn Sonuk ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye kirin û xwestin dawî li tundiya li ser rojnamevanan bê anîn.
'Heke Tirkiye biryara der barê Ocalan de pêk neyne dibe ku ji KE'yê bê derxistin'
Endama ÇHD'ê Parêzer Gul Kireçkaya biryara "binpêkirina mafê hêviyê" ya ku DMME'yê der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dabû bi bîr xist û destnîşan kir ku eger ev biryar neyê pêkanîn, dibe ku Tirkiye ji Konseya Ewropayê (KE) bê derxistin.
Ciwanên Êlihê: Heta em şaredariyê bi paş ve bigirin em ê li ber xwe bidin
Ciwanên Êlihê yên ku li dijî tayînkirina qeyûm li qadan nerazîbûn nîşan didin gotin: “Heta ku em şaredariyan bi paş ve bigirin, em ê li ber xwe bidin.”
Xelkê Agirî: Kurd divê li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê bibin yek
Welatiyên bajarê Agiriyê ku di wê baweriyê de ne tayînkirina qeyûman "dijminatiya li kurdan e" diyar kirin ku divê gel li dijî polîtîkaya qeyûman bibe yek.