Ciwanan li Cizîrê qeyûm protesto kirin
Ciwanan li Cizîrê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî li dar xistin. Ciwanên ku li taxan agir vêxistin, qeyûm protesto kirin.
Ji bo gelek bajarên Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo piraniya bajarên Herêma Serhedê hişyariya barîna zêde kir.
Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê hate dayin
Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê hate dayin.
Li Amedê loqenteyeke din a gel hate vekirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê loqenteyeke din a gel vekir.
Li Amedê bi tevlibûna gel civîna meclisa şaredariyê hat kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Civîna Meclisa Şaredariyê ya Asayî ya meha mijdarê bi tevlibûna gel li dar xist.
Hevşaredar Karayilan bertek nîşanî Erdogan da
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan bertek nîşanî gotina Erdogan a "kesên kes nizane bê kî ne" da û got: “Heke kirinên qeyûman baş bên vekolandin wê demê dê bizanin ev kes kî ne."
Silava Abdullah Ocalan gihand berxwedêran
Li Êlihê di roja 8’an de li dijî qeyûm meş hat lidarxistin. Parlamenter Omer Ocalan piştî meşê axivî û got: “Rêzdar Ocalan got ez ji bo her tiştî amade me. Lê desthilatdariyê bi tayînkirina qeyûman bersiv da peyama rêzdar Ocalan.”
Nobeta li Xelfetiyê di roja 8’an de ye: Ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang kirin
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Xelfetiyê de axivî. Şenyaşar, banga tevlibûna mitînga 17’ê mijdarê kir ku dê li Êlihê li dijî qeyûm were lidarxistin.
Ozturk: Ji bo aştiyeke birûmet em di 17’ê mijdarê de li qadê bin
Uçar: Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got; “Ji bo aştiyeke birûmet em li qada mitîngê ya 17’ê mijdarê bin.” Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî wiha got: “Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in.”
Temellî: Qeyûm, derbeyeke li dijî demokrasî û aştiyê ye
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser girîngiya aştiya civakî û wiha got: “Qeyûm, derbeyeke li dijî aştiyê û demokrasiyê ye. Ev, pratîka derbeyê ye.”
Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
Derheqê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, bi îdiaya “fînansoriya rêxistinê” lêpirsîneke nû hate destpêkirin.
Ahmet Turk ji Erdogan re got: Kesên kes nizane bê kî ne îradeya gel xesp dikin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bertek nîşanî gotina Erdogan a “Kes nizane bê kî ne” da û wiha got: “Kesên kes nizane bê kî ne ev 3 serdemin îradeya gel xesp dikin.”
Li Esenyurtê qeyûm hat protestokirin: Wekîlên CHP’ê ketin hundir
Çalakiya protestokirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Esenyurtê didome. Wekîlên CHP’î ketin hundirê şaredariyê.
Deklarasyona ‘Demokrasî û Azadiyê’: Muxatab Ocalan e
Di deklarasyona mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku dê di 17’ê mijdarê de li Êlihê were lidarxistin de wiha hate gotin: “Gelê kurd û siyaseta kurd ji teorî û pratîka birêz Ocalan bibawer e; tekane navnîşana çareseriyê û muxatabê wê jî birêz Ocalan e.”
Ji bo îşkencekirina dayika 64 salî biryara neşopandinê hate dayin
Di dema binçavkirinê de lêgerîna tazî li Adle Samur a 64 hatibû ferzkirin û tundî lê hatibû kirin. Ji bo serlêdana Samur biryara “neşopandinê” hate dayin.