ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN

Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin
Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin

Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin, bi çekan gef li rojnamevanan xwarin û xwestin xebatkarê Yenî Yaşamê Veysî Akoren birevînin. Piştî nerazîbûna gel kesên xwe wekî polîsan dan naskirin reviyan.

Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin
Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin

Li Mêrdînê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.

Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin

Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kayayê li Silopiyayê di daxuyaniya li dijî tayînkirina qeyûman de axivî û diyar kir ku navnîşana aştiyeke birûmet Îmraliyê ye û got: "Em ji vir bang dikin, soza xwe bi cih bînin û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin."

Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin
Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin

Polîsan li Êlihê di roja pêncemîn a protestokirina qeyûman de êrişî girseyê kir. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan didin û xwe diparêzin.

Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne
Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne

Li Amedê bi dirûşma “Ne qeyûm, demokrasî” meşek girseyî hat lidarxistin. Piştî meşê Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û got: “Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê paqij bike.”

Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin
Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Geverê di meşa dijî qeyûm de axivî û got: “Rê û dirba çareseriya pirsgirêka kurd diyar e. Dest ji polîtîkyên xwe qirêj berdin, deriyên Îmraliyê vekin.”

Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan
Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan

Ciwanên di Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hatin binçavkirin û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin, hatin berdan.

Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin
Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin

Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Vedat Ozer ku ji qeyûmê Êlihê re got; “Şaredariyê vala bike” hate girtin.

DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve
DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve

DAD’ê têkildarî gotinên Serokê Giştî yê Partiya Îyiyê Dervîşoglû daxuyanî da û wiha got: “Peyrewên kesên digotin ‘Yên vedigerin bila vegerin, ez ji rêya xwe venagerim’, tu carî teslîmî siyaseta tirsê nabin.”

Li Xelfetiyê peyam: Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye
Li Xelfetiyê peyam: Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye

Di nobeta li dijî tayînkirina qeyûm a li Xelfetiyê de bi pankarta “Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye” peyama dîrokî hate dayin.

Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir

Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa “Şaredariya Xelfetiyê” ya li ser hesaba medyaya dijîtal jê bir.

PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist
PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist

Asayîşa PDK’ê endamên Nûnertiya Herêma Federe ya Kurdistanê ji Hewlêrê derxist.

Li Wan û Amedê gel li dijî desteserkirina îradeyê meş li dar xistin
Li Wan û Amedê gel li dijî desteserkirina îradeyê meş li dar xistin

Li Wan û Amedê bi hezaran kes li dijî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê meş li dar xistin.

Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin
Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin

Dema girtî Veysî Bîçen dibirin nexweşxaneyê, meşa leşkerî lê hate ferzkirin. Leşkeran Bîçen derb kirin û gef lê xwarin.

< 537 538 539 540 541 > Rupel 539 / 5.358