Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Hayrettîn Eren ê ku 44 sal beriya niha di binçavan de hatî windakirin hat pirsîn û wiha hat gotin: " Em ê ji bo Hayrettîn Eren, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."

Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan a Amedê di hefteya 824’an de çalakiya ji bo windayan li dar xist. Di çalakiyê de tundî û kuştina li ser jinan û tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin.

Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin

Cenazeyê Mîne Sevjîn a HPG'î ya di çalakiya li dijî TÛŞAŞ'ê de cih girt û cenazeyê wî piştî 31 rojan radestî malbata wî hat kirin, li Wanê di bin dorpêça polîsan hat definkirin.

Kujerê Leyla Urenê hat girtin
Kujerê Leyla Urenê hat girtin

Leyla Uren a ku li Rihayê demek dirêj agahî jê nehatibû girtin, li mala ku lê dima, hat qetilkirin. Kujerê Leyla Uren Ahmad El Avvad hat girtin.

Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye

Parêzerê Burya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, li ser rewşa azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û got: "Êdî dema azadiya Birêz Abdullah Ocalan hatiye.”

Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê

Derdora Şaredariya Dêrsimê ya qeyûm tayinî wê hat kirin, bi bariyerên betonî hat girtin.

Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin

Cenazeyê Alî Orek ê HPG'î yê di çalakiya li dijî TÛŞAŞ'ê de cih girt û cenazeyê wî piştî 31 rojan radestî malbata wî hat kirin, li Hezexê hat definkirin.

Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne

Nivîskar û lîstikvanê şanoyê Hayko Bagdat ku yek ji îmzevanê metna "Em dixwazin hêvî bikin û îhtîmala aştiyê mezin bikin" got: "Divê her kes ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Em ê ji bo vê her tim bitêkoşin."

ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN

DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e

DEM Partî bertek nîşanî desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê da û wiha got: “Ferzkirineke teslîmiyetê pûç e, wê ti carî bi ser nekevin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku mil bi mil li dijî desteserkirina vînê rabin.”

Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin

Qeyûm tayinî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin.

Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!

Dadgehê di doza Şerzan Kûrt de ku di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest dabû, 5 sal û 2 meh ceza li polîsê kujer birî.

OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê

Şaxa OHD'ê ya Enqereyê rapora ku der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatoliya Navîn de amade kir parve kir û diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê di girtîgehên Tirkiyeyê de serbestberdana 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin û ev rewş veguheriye ji bo girtiyên siyasî veguherite pergala îşkenceyê.

‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî di çalakiya nobetê ya li dijî qeyûm a li Dêrsimê de axivî û wiha got: “Dê tu caran nekarin îradeya gelê me teslîm bigirin.” Siyasetmedar Sebahat Tuncel jî got ku li dijî kurdan hiqûqeke taybet di meriyetê de ye.

Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban da zanîn ku di 3 salan de 87 serlêdan ji ber hewldanên sîxûrkirin û revandinê ji komeleya wan re hatine kirin û got: “Me jî serlêdanên sûc kirin lê bêencam man. Divê lêpirsînên bibandor bên destpêkirin.”

< 518 519 520 521 522 > Rupel 520 / 5.358