Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan hatin girtin.
Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner bi armanca şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, li bajêr daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de banga berfirehkirina hevgirtin û têkoşînê hat kirin.
Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz ên ku li ber deriyê mala xwe ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de kart ji girtiyên jin re şandin.
Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
Têkildarî cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hatiye birîn, li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê serî netewînin û têkoşîna wan a li dijî qeyûman bidome.
Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
Derket holê ku Mehmet Cavît Bîlîcî yê ku Suleyman Soylu di sala 2019’an de ji bo tayînkirina qeyûman weke referans nîşan dabû, bi soza kar sextekarî kiriye û ji memûrtiyê hatiye avêtin.
DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
DAD’ê têkildarî cezayê li hevşaredarê Dêrsimê û şaredarê Pulurê daxuyanî da û banga piştevaniya bi şaredaran re li gel kir.
Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
Nobeta berxwedanê ya li Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam kir.
Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
Operasyona leşkerî ya li Çiyayê Bagokê û derdora wê hatiye destpêkirin didome. Hat zanîn ku li ser herêmê liv û tevgera SÎHA’yan heye.
Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
Di doza rojnameger Abdullah Kaya de biryar hate dayin ku xwe li benda encama dosyaya li Dadgeha Bilind bigirin.
Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
Dîroka hevdîtina ku dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re bikin diyar bû.
Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
TUAY-DER a Amedê bi dirûşma “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” kampanyaya pereşandina ji girtiyan re da destpêkirin. Starta kampanyayê hate dayin û banga piştevaniyê hate kirin.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
Rojnameger Ozgur Paksoy bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin û cezayê li Paksoy hatibû birîn ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.