Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
Zilamên bi boneya 25’ê Mijdarê li Amedê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” çalakî li dar xistin bertek nîşanî qedexeya walîtiya Amedê ya ji bo “Jin, Jiyan, Azadî” dan û gotin: “Heta jin azad nebe, civak jî azad nabe.”
Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr diyar kir ku TUHAY-DER’ê li dijî cezakirina kesên pereyan ji girtîgehan re dişînin kampanyaya şandina pereyan daye destpêkirin û bang li her kesî kir ku tev li kampanyayê bibin.
Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
Ji ber barîna zêde li gundê Dihemê yê Qoserê malek tebiqî û 2 welatiyên di bin de mabûn birîndar bûn.
Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
Heft şaredariyên DEM Partiyî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî 9 saziyên jinan vekirin.
Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê kir.
Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku bi şertê hefsa malê hate berdan, wiha got: “Axaftina min a weke sûc nîşan dayin heqîqet e û em ê dev ji bilêvkirina wê heqîqetê bernedin.”
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Heta hetayê Jin Jiyan Azadî” derket.
Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku di roja li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin derheqê wê de biryara binçavkirinê hatibû dayin, piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin.
Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
Tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Dêrsim û Pulurê li gelek bajaran hatin protestokirin.
Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li dijî tayînkirina qeyûman banga têkoşîna hevpar kir û got: “Meseleya esasî ya tayînkirina qeyûman, cezakirina gel e.”
‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku nêzikatiya îktîdarê ya li hemberî pirsgirêka kurd, tayînkirina qeyûman e û wiha got: “Her ku diçe, mercên nîqaşên li ser aştiyê ji holê radibin.”
Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
Li Amedê siyasetmedarên zilam û gelek zilaman bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê li dijî zîhniyeta mêrane û zîhniyeta qedexeker her tim bibêjin "Jin jiyan azadî."
Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
Tayînkirina qeyûman li Şirnex û Erziromê hate protestokirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen got ku tayînkirina qeyûman, tirsa ji îradeya gel e.