Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
Tedawiya dayika Aklîme Hanas a di qezaya trafîkê de bi giranî birîndar bûbû, didome.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
Ji ciwanê bi navê Husamettîn Yargatekîn 6 roj in tu agahî nayê girtin. Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Yargatekîn hatine destpêkirin didomin.
Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
Polîsan di bin çavan de îşkence li binçavkiriyan kirin û strana “Olurum Turkiyem” bi awan dan guhdarîkirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Ahmet Şîray, anî ziman ku dê derbarê polîsan de serlêdana sûc bikin.
Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
Endama Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê Arzu Fîlîz Gungor bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got: “Li dijî sansur, qedexe û qeyûman em banga bihevrebûn û piştevaniyê dikin.”
Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Îhsan Çaralan ji ber nûçeyên parve kirin bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kirine” dihatin darizandin. Doza Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin.
Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
Di doza Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin de biryara beraetê hate dayin.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: “Li şûna domandina tecrîdê, guh bidin bang û peyamên Abdullah Ocalan.”
Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak da zanîn ku walîtiya bajar di roja danişîna wî de derheqê dosyayê de agahî xwestiye û got: “Bi vê daxwazê re zext li dadgehê kirin.”
Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
Piştî ceza li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hate birîn, li avahiya şaredariyê nobet hate destpêkirin û nobet di roja duyemîn de didome.
Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
Xizmên girtiyan ên tev li kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re bûn wiha gotin: “Bila her kes tev li vê kampanyayê bibe. Em li cem zarokên xwe bin.”
AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
AYM’ê têkildarî serlêdana Îsmaîl Kardaş ê ji hêla polîsan ve hatibû îşkencekirin biryar da û got: “Qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirin.” Tevî biryara AYM’ê jî di lêpirsîna derheqê polîsên îşkence kirin tu pêşketin çênebûn.
Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
Parêzer Yaşar Kaya anî ziman ku divê Abdullah Ocalan ji "mafê xwe yê hêviyê" sûd wergire û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û got: "Eger dewletek pirsgirêka xwe ya navxweyî çareser neke, wê yên din werin û çareser bikin."
TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ji malbatên gerîlayên HPG'ê Abdullah Yîgît û Agît Acar ên di êrişa Hêzên Çekdar ên tirk de jiyana xwe ji dest dan "ji bo tazmînata pereyî ya personelan" tazmînat xwest.
Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
Welatiyên li Îzmîrê diyar kirin ku tundiya mêr ji ber polîtîkayên dewletê ye û gotin: "Azadiya jinê azadiya civakê ye."