Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar û Seroka MKG’ê Rosa Metîna jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, bi Kooperatîfa Veguhastina Rêwiyan a Otobusên Gel yên Taybet re ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkên çûnûhatinê yên 30 sal in li bajêr hene, protokolek îmze kir.
Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
Li çar aliyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin ji bo maf û jiyana xwe daketin qadan û têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên tundiyê yên mêr-dewletê, şer û tecrîdê mezin kirin.
Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
Rêxistinên Elewiyan ên li dijî qeyûm çûne Dêrsimê wiha gotin: “Bi qasî misqalê jî rewatiya qeyûman ji bo gelê Dêrsimê nîne. Armanca vî qeyûmî talankirina van deran e. Em ê destûr nedin.”
Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
Pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çûn serdana Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul û gotin ku dê xwedî li dîroka xwe ya têkoşînê derkevin.
Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di meşa 25’ê Mijdarê ya Êlihê de axivî û got: “Qeyûm, şêweyekî derbeyê ye. Êrişeke li dijî îradeyê ye. Lê ew ê li berxwedana jinan biqelibin.”
Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
Liv û tevgera leşkerî ya li çolterê Çiyayê Bagokê didome. Ji koçerên li çolterê Midyadê hat xwestin ku herêmê biterikînin.
Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku nifûsa welêt gihiştiye 45 milyon û 407 hezar û 495 kesan.
Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
Cenazeyê zarokê 10 salî yê ku 2 roj berê li Herêma Federe ya Kurdistanê winda bûbû, di Çemê Zê de hate dîtin.
ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ji bo berdana rêvebera ÎHD’ê Hatîce Onaran bang kir û got divê her kes li dijî vê neheqiyê dengê derxîne.
Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di meşa 25’ê Mijdarê ya Wanê de axivî û diyar kir ku ew li dijî zîhniyeta dijminatiyê li jinan, gelan û civakê dikin têdikoşin û wiha got: “Li dijî vê zîhniyetê dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin.”
Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
Bi biryara wezareta karên hundir li 5 şaredariyên DEM Partiyê û li 2’yên CHP’ê qeyûm hatin tayînkirin. Karê ewil ê qeyûman jî bû hedefgirtina kurdî û navendên jinan.
Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê derheqê kesên di çalakiyên protestokirina qeyûman de ji hêla polîsan ve hatibûn derbkirin, bi îdiaya “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe da” lêpirsîn da destpêkirin.
Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
Bi hinceta dîmenên di dema çalakiyên Kobanê de kişandibû li rojnameger Rojhat Dogru cezayê muebbetê hatibû dayin. Îtîraza li dijî cezayê hate redkirin.