Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
Danişîna doza Emîne Şenyaşar ku bi îdiaya “saziyên dewletê biçûk xistiye” hatibû vekirin, bi hinceta ewraqên kêm hate taloqkirin.
Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk ragihand ku di serdegirtinên malan ên li 30 bajaran de 231 kes hatine binçavkirin.
DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
DFG’ê destnîşan kir ku Çapemeniya Azad ji ber ku heqîqetê radigihîne lewma hedef tê girtin û banga berdana rojnamegeran kir.
Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Mehmet Başaran ê li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin û demekî nêz berê krîza dil derbas kiribû, tevî nexweşiya xwe jî ranakin nexweşxaneyê.
Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk îdiaya ku dê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtinê bike, derewand.
DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dê serî li Wezareta Dadê bidin.
Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
Helbestvan Hîcrî Îzgoren, nivîskar Omer Barasî û karîkaturîst Dogan Guzel hatin binçavkirin.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
MKG’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî binçavkirina Seroka MGK’ê Roza Metîna û rojnamegerên din da û got: “Binçavkirina rojnamegeran êrişeke li dijî heqîq etê ye. Divê hempîşeyên me tavilê bên berdan.”
Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
Hunermend Hozan Diyar anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê gavên şênber bên avêtin û wiha got: “Heta polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber Apo bi dawî nebin û rêz ji îradeya gelê kurd re neyê girtin dê pêşketinên mayinde çênebin.”
Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
Jinên girtî bal kişandin ser tundiya li ser jinê û têkoşîna li dijî wê û destnîşan kirin ku têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e.
Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.