Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
Ajansa Welat ku li bakurê Kurdistanê yekemîn ajansa xwerû bi kurdî ye, bi dirûşma “Deng û rengê welat” dest bi weşana xwe kir. Ajansê, got: “Hêza me ji rastiyên me pêk tê. Ajansa Welat ji bo rastiyan bîne ziman îro tev li karwanê ragihandina azad dibe.”
Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
Li Wanê ji ber barîna berfa zêde rêyên 158 gundan hatin girtin.
Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
Belavkarê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar li Wanê hatibû qetilkirin û Adnan Işik jî mîrateya wî dewr girtibû. Bi ser qetilkirina Işik re 31 sal derbas bûn û hêj jî kujerên wî nehatine girtin.
Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ê OHD'î Bedîrhan Sarsilmaz ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hat girtin, diyar kir ku biryara girtinê ji ber atmosfera polîtîk e û got: "Ev girtin, dê ji bo min bibe sedema mezinkirina têkoşînê."
Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye û got: "Ji xeynî parastina vê pergalê û jiyana hevpar, tu alternatîfeke me ya din tune ye."
Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
Qeymeqamtiya Îskenderûnê, di doza MCG Towerê de ku di erdheja Mereşê de hilweşiya û 14 kesan jiyana xwe ji dest da de, nehişt der barê peywirdarê cemaweriyê Tayfûn Kaba de lêpirsîn bê destpêkirin.
Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
Parlamenterên DEM Partiyê li Meclisê dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kir. Di vê navberê de mîkrofonên endamên DEM’ê hatin girtin û lijne hat taloqkirin.
Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
4 kesên ku li Dêrsimê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û sewqî edliyeyê hatibûn kirin hatin girtin.
Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
Li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê lêgerîna tazî li rojnameger Erdogan Alayumat hate ferzkirin.
Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin.
DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedar, rojnameger û nivîskaran dan û gotin ku AKP-MHP hewl didin pêşî li têkçûna xwe bigirin.
Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
DAD û DÎK’ê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê bi meşekê protesto kirin û gotin: “Tişta hûn dikin ne di olê de ne di wijdanê de ne jî di insaniyetê de heye. Pêşeroj a berxwedêran e.”
Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
Îro di danê sibehê de gelek kes hatin binçavkirin. Binçavkiriyan di çarçoveya lêpirsînê de tînin Enqereyê.
Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
TUHAY-DER a Wanê di çarçoveya kampanyaya “pereşandina ji girtiyan re” ji girtiyan re pere şand.