Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
Şaredariya Sûrê ya DEM Partiyî navê kolana Mînareya Çarling lê ye weke “Kolana Tahir Elçî” guherand.
Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
Wezareta Karên Hundir li şûna keyayê gundê Burmadere yê navçeya Sorsê ya Erdexanê Şahîsmaîl Goyuk qeyûm tayîn kir. Hat zanîn ku Midûrê Îdareya Taybet ê weke qeyûm hatiye tayînkirin, MHP’î ye.
Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
Rojnameger û nivîskarên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk diyar kir ku ew xespkirina dîwaran nas nakin û wiha got: “Dibe ku em nekarin rêyan qîr bikin lê dê têkoşîna me ya ji bo pêşîlêgirtina tundiyê û ya li dijî tiryakê ku dixwazin li Kurdistanê belav bikin bidome.”
Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
Parêzer Civan Ortaç diyar kir ku lihevkirin û aştiya civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkane. Ortaç, da zanîn ku 4 hezar kes li girtîgehan hene ku li benda “mafê hêviyê” ne.
Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
Tahir Elçî li pêşiya Mînareya Çarling ku 9 sal berê li wir hatibû qetilkirin, hate bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku faîlên Elçî hêj jî nehatine girtin.
Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser qedexeya hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re û tayînkirina qeyûman û wiha got: “Bi vê rêbazê nikarin emcamekî bi dest bixin. Bila dev ji taktîka zexta li ser Rêbertiya me berdin.”
Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
Rojnameger Bêrîtan Zagros diyar kir ku êrişeke îxtîmalî ya li dijî Iraqê dê bandoreke neyînî li Şengalê bike û wiha got: “DYA û Îsraîl di bin navê ‘ewlehiya Îsraîlê’ de bi hinceta Haşdî Şabî dixwazin girên stratejîk yên weke Çilmêranê bigirin. Komên nêzî Îranê jî heman tiştan digixwazin.”
Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
Ekolojîst Ertûgrûl Barka diyar kir ku li cîhanê ji ber şer, pevçûn û krîza avhewayê bi milyonan mirov koçber bûne û got ku çareseriya van pirsgirêkan di civaka ekolojîk-komunal de ye.
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên siyasî ya Girtîgeha Evînê ya Tehranê ragihandin ku ew li dijî cezayê darvekirinê ya li djî Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.
Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
Ji ber berfa zêde rêyên 98 gundên Amedê li çûnhatinê hatin girtin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li 5 navçeyan û herêma Qerejdaxê 625 kilometre rê li çûnhatinê vekir.
Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
Endamên DEM Partî û TÎP’ê yên Meclisa Giştî ya Dêrsimê bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin.
Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
Danişîna doza Ahmet Gun ê DEM Partiyî ku ji hêla cerdevanan ve hatibû qetilkirin, ji ber xisûsên kêm ên di dosyayê de hate taloqkirin.