Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed diyar kir ku dê li dijî polîtîkayên qirkirinê bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" têbikoşin û wiha got: “Jehrkuja polîtîkayên şer, têkoşîna jinan û azadbûn e. Bi reçeteya modernîteya demokratîk re dê pergala mêr li seranserî cîhanê tune bibe.”
Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
Di hinceta biryara beraetê ya der barê Rojnameger Dîcle Muftuoglûyê hat dayîn de, ji bilî îfadeyên şahidan tu delîlên ku "endamtiya rêxistinê" piştrast dikin tune ne.
Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
Hevşaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul diyar kir ku bûyera "rakirina cenaze" ya ku wekî hinceta jipeywirgirtinê hatiye nîşandan, bi daxwaza dozger hatiye kirin û got: "Çawa qeyûm tayînî DEM Partiyê dikin, bi vê dixwazin nîşan bidin ku ew dixwazin qeyûm tayînî partiyên muxalîf ên din jî bikin."
Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
Gelê Dêrsimê diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman li hemberî gel sûc hatiye kirin û gotin: "Me Cevdet Konak hilbijart, ger em wî ji peywirê negirin, hûn nikarin bigirin."
9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
9 nivîskar rojnamevanên u di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
Walîtiya Şirnexê, herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin jî di nav de bi giştî ketin û derketina 14 herêmên Şirnexê ji bo 15 rojan qedexe kir.
Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik û endamên meclisê xwestin derbasî avahiya şaredariyê bibin lê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û nehiştin bikevin hundir.
'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
Li gorî rapora Şaxa ÎHD’a Mêrsînê, mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin û bi biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tehliye tên taloqkirin.
Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajaran hat bibîranîn û hat xwestin ku faîl bên girtin û edalet pêk bê.
Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
Tahir Elçî di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê hate bibîranîn.
Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç diyar kir ku çêkirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehanjî tên danîn.
AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
AYM’ê, cezayên ji ber dirûşm û pankartên di protestoyên komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de hatibû dayin weke “binpêkirin” qebûl kir.
Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
Di doza 31 kesên HDK, HDP, DBP, DEM Partiyî de li 21 kesan 6 sal û 3 meh cezayê hefsê, li 3 kesan jî salek û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.
Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê sibe bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê bikin.