Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd peyam hatin dayîn.
5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
Karûbarên îfadegirtinê yên 5 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de hatibûn binçavkirin bi dawî bûn. Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li Cizîrê de 2 kes hatin binçavkirin. 3 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan û karûbarê îfadegirtinê yê 20 kesan jî didome.
Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
Qeyûmê Şaredariya Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglû, cîgirên hevşaredar Mûstafa Taşkale û Umît Kaya ji peywirê girt û li şûna wan Alî Tekataş ê bi nelirêtiyên xwe di rojevê de tayîn kir.
Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
Şaredariya Sûrê navê kolana Mînareya Çarling lê ye weke “Kolana Tahir Elçî” guherand.
Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
Rojnameger Stêrk Gulo diyar kir ku HTŞ dixwaze bi êrişên li dijî Helebê re rêya M5’ê bi dest bixe û wiha got: “Heke rejîm ji HSD’ê alîkariyê nexwaze dibe ku parçe parçe bibe heta bi tunebûnê re rû bi rû bimîne.”
Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
Qonaxa Ahmet Tevfîk Paşa ya li quntarê Keleha Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye.
Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
Siyasetmedar, rojnameger û parastvanên mafên mirovan ên di çarçoveya lêpirsînên navenda wan Enqere û Eskîşehîrê de hatine binçavkirin, sewqî dozgeriyê hatin kirin û îfadeyên wan dest pê kirin.
Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir diyar kir ku bi rêya talîmatê 3 sal û 11 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn û wiha got: “Heke ez hevşaredar nebûma dê min beraet bikira. Hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye.”
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
Bi hinceta ku dermanê di bin kontrola gardiyanan de bi kar tîne neda, êrişî girtî Erhan Bayir hate kirin û di hevdîtina bi malbatê re de gef lê hatin xwarin.
Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
Bi ser mala cîgirê Şaredarê Esenyurtê Osman Yalçin de hate girtin.
Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
Parêzer Zeynep Karayilan diyar kir ku ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn bikeve meriyetê, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
Li Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir 3 sal û 11 meh cezayê hefsê hate birîn.