Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê li Cizîrê desteserkirina şaredariya Miksê protesto kir.
HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
Heyet Tehrîr el-Şam ku êrişên wê yên li Helebê didomin, gelek tax û deveran bi dest xist.
Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
Xizmên Windayan û ÎHD ku li Amed, Êlih û Colemêrgê kom bûn, daxwaza xwe ya darizandina kiryaran anîn ziman û diyar kirin ku dê heya ji bo xizmên wan ên winda edalet pêk bê, dê têkoşîna xwe bidomînin.
30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe de li aqûbeta Ahmet Yetîşen pirsîn û gotin: "Em dev jî daxwaza xwe ya pêk anîna edaletê bernadin û em dixwazin kiryar bên darizandin."
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin û cezaya hepsa malê lê hatibû birîn, hat binçavkirin.
Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 6 kesan ji kar derxist.
Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ku qeyûm li şûna wê hat tayinkirin û cezayê hepsa malê lê hat birîn got: "Her çend me di malan de bihêlin, me bişînin zindanan, me dîl bigirin, me bişînin sirgûnê jî, her der qada berxwedan û têkoşînê ye."
Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
Akademîsyen Neşe Ozgen ku yek ji îmzevana metna 'Em dixwazin hêvî bikin û îhtîmala aştiyê mezin bikin', xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got: "Tecrîd ne tenê êrişa li dijî azadiya ferdekî ye, di heman demê de êrişa li ser aştiya civakî ye jî."
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Salîh Coşkûn diyar kir ku zextên li ser girtiyan ji ber tecrîda Îmraliyê pêk tên û got ku darizandinên bi hinceta ji girtiyan re pere hatiye şandin, tu bingeheke xwe ya hiqûqî tune ye.
9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag û Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî di nav de 9 kes hatin girtin.
DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
DEM Partî li ser desteserkirina Şaredariya Miksê bang li gel kir ku mafê xwe yê protestoyê yê demokratîk bikar bîne.
DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
DBP'ê ku bertek nîşanî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê da, banga xwedîderketina li vînê li gel kir.
Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû di çalakiya protestokirina qeyûm a li Mêrdînê de axivî û wiha got: “Qeyûmên li Kurdistanê nikarin li pişt bariyerên betonan derkevin.”