Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
Wezareta Parastinê ya dewleta tirk got ku di tîrmehê de 3 leşker mirî ne lê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag got; “Di tîrmehê de 44 şehîdên me li herêma Kîlît-Pençeyê çêbûn.”
Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
Parlamentoya Iraqê dê îro bi rojeva “Qanûna Rewşa Kesî” bicive.
Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
Li gelek gund, zom û zozanên girêdayî navçeya Geverê bi tevlibûna leşker û cerdevanan ji du baskan ve operasyona leşkerî hate destpêkirin.
KNK: Roj roja parastina Rojava ye
Konseya Rêveber a KNK’ê der barê êrişên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyaniyek da û got: “Roj roja parastina Rojavayê ye.”
Parlamentoya Herêma Federe dicive
Wê îro Parlamentoya Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe ya dema şeşem pêk bîne. Wê civîn ji aliyê parlamenterê herî bitemen ve bê birêvebirin.
Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku berxwedana hêzên QSD’ê berdewam dike û got: “Erka me ya sereke parastina gel e.”
'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
Endama Meclisa Giştî ya HDK'ê Esengul Demîrê bal kişand ser êrişa komên cîhadîst ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û got: "Em eşkere bibêjin ku êriş bi tevahî li ser gelên herêmê ye."
Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
Endama Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re ya Arjantînê Claudia Korol a femînîst got: "Di demeke wiha de ku kapîtalîzm, baviksalarî û emperyalîzm hewl dide lı Kurdistanê 'mantiqa cîhanê' bi cih bike, azadiya ji bo me gelan Ocalan firsendeke ku em li Rojhilata Navînê aştiyê pêk bînin."
HSD’ê li dijî êrişan bang kir
Fermandariya Giştî ya HSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanca êrişên dawî dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye. HSD’ê, şerê heyî weke “Şerê namûs û insanetiyê” nirxand û bang li gel û ciwanên herêmê kir.
HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
Hêzên Parastina Cewherî yên Şehbayê ragihand ku pêşketina komên paramîlîter dane sekinandin. HPC’ê da zanîn ku di pevçûnan de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên komên paramîlîter ên dewleta tirk seferberî ragihand.
Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya diyar kir ku Tirkiye ji bo tunekirina kurdan tifaqê bi çeteyên cîhadîst re dike û wiha got: “Di çareseriyê de muxatab diyar e. Tecrîdê rakin û dest bi muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re bikin.”
SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di rapora xwe de eşkere kir ku di meha mijdarê de 31 zarok û 20 jê jin bi giştî 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Kolakan piştî 33 salan hate berdan
Ahmet Kolakan ê 33 sal bûn di girtîgehê de, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê hate berdan.