ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN

Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo çar karkerên di helweşîna pirê ya li Pasûrê de jiyana xwe dest dan li ber Plazaya AZCyê kom bûn û qezaya karkeran şermezar kir.

Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
Dîroka civîna komîsyonê diyar bû

Hat zanîn ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di 18’ê Mijdarê de bicive.

Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin

Şîna endamê HPG’ê Huseyîn Ozturk li Agiriyê hatiye danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin. Beşdaran, dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.

Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn

Rojnamevan Rahîme Karvar, ji ber dosyaya ku dihat darizandin 2 sal û mehek ceza lê hat birîn.

Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir

Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê ku hat tehliyekirin, serdana Rêveberiya DEM Partiyê ya Esenyurtê kir û got: “Tehliyeya şaredaran dê baweriya gel a bi pêvajoyê xurt bike.”

Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne

Asli Cafri ku li Edeneyê hewl da avahiya Partiya Keskan û Çep a Pêşerojê û HDP’ê bişewitîne, bi hinceta ku “cezaî ehliyeta wê nîne” ceza lê nehate birîn.

Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin

Di daxuyaniyên bi munasebeta salvegera Komkujiya Amûdê de hat destnîşankirin ku ji bo komkujiyên din li Rojava pêk neyên têdikoşin û wiha hat gotin: “Em ê tu carî Komkujiya Sînemaya Amûdê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”

Protestoyên li Behdînanê didomin
Protestoyên li Behdînanê didomin

Ji ber ku namzetên PDK'ê yên Behdînanê bi ser neketin, alîgirên wan derketin kolanan û encam protesto kirin.

Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?

Rojnamevan Delîl Zîlan, diyar kir ku dê artêşa Sûriyeya nû li gorî modela sazkirin û got: “Peymaneke bi devkî hat kirin ku hêzên Amerîka, Fransa, QSD û Hikumeta Demkî ya Şamê jî qebûl kirine.”

Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin

Welatiyên Wanê diyar kirin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê weke gava ewil mafên gelê Kurd bên naskirin.

18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan

18 girtiyên nexweş ên ku li girtîgehên Mêrsînê têne ragirtin, tevî nexweşiyên xwe yên tenduristiyê yên giran jî nayên berdan. Parêzer Muammer Derînce, got: "Em bang li parêzvanên mafên mirovan, saziyên demokratîk û raya giştî dikin ku di vê mijarê de bikevin nava tevgerê."

Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne

Li gorî rapora pêvek a ATK’ê ya têkildarî Rojîn Kabaîşê de teqez bû ku 2 DNA’yên li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne. Hat zanîn ku ji vir şûnde dê dozgerî têkildarî kesên gumanbar nirxandina xwe bike û DNA’yan bide ber hev.

Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî

Girtiyan, ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî û tedawiya wî didome, nameya piştevaniyê şandin. Girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin ku ew bawer in ew ê bi îradeya xwe ya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibe.

Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê

Mehmet Emîn Esen li Girtîgeha Hejmar 2 ya Bi Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê, di nava salekê de negirtina cezayên disiplînê ya Esen weke "bi zanebûn sûc nekiriye" û tehliyeya wî taloq kir.

< 49 50 51 52 53 > Rupel 51 / 5.358