'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
Hevserokê Şaxa DAD ya Îzmîrê Firat Dîkmen û Hevserokê Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Dersimê ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç diyar kirin ku divê cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin eşkerekirin û gotin ku ev yek dê di pêvajoyê de gaveke erênî be.
10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
Her çend kiryarên Selamet Yeşilmen a ku di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de li ber mala xwe hat kuştin, tevî hemû delîlan 10 sal in nehatine eşkerekirin jî, hevjînê wê Aburrahîm Yeşîlmen got ku ew li benda edaletê ne.
'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
Mehmet Emîn Can ku 30 sal in îmamê dilxwaz e û ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dixebite, got: "Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne. Pirsgirêka rastîn ji qanûnên ku ji hêla kesên ku dewletan bi rê ve dibin ve tên danîn, derdikevin holê."
Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
Jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyi de, li gelek bajaran daketin qadan û li dijî tundiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
Der heqê 6 xebatkarên Lemanê de ji ber karîkatûrê doz hatibû vekirin. Di dozê de ji bo Dogan Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin. Lê ji ber doza “heqaret li serokkomar kiriye” hêj di girtîgehê de ye.
‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
Neviya Seyîd Riza, Zeliha Polat xwest ku cihê gorên kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatine qetilkirin û gora bapîrê wê were nîşandan û bang kir.
Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
Di 9’ê Mijdarê de li Qoserê cerdevanan û tetîkkêşên wan bi çek û çoyan êriş kiribûn û 4 kes birîndar kiribûn. Êrişkar hatin berdan.
Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
Azîze Tunelî ya 92 salî ku tehliyeya kurê wê Ahmet Tunelî 4 caran hatiye astengkirin, got: “Dixwazim kurê xwe bibînim. Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?”
Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
Abdullah Ocalan ku pirsên Fatih Altayli bersivand, anî ziman ku divê dewlet were demokratîkkirin û got: “Demokratîkkirina dewletê ne dabeşbûn e, jinûve sazkirina wê ye.”
Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
Prof. Dr. Nîlgun Toker diyar kir ku divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve were misogerkirin û got: “Mafê tu kesekî nîne ku careke din xeyalên vê civakê têk bibin.”
Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
Der heqê Serokê Daîreya Av û Kanalan a MARSU’yê Halîl Cevîz de ku beriya niha ji ber xeta qaçax a avê ya biribû gundê xwe bûbû rojev, niha jî ji ber “tacîz û mobbîngê” serlêdana sûc hate kirin.
'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
Endamê OHD'ê Veysî Guneş got: "Nepêkanîna mafê hêviyê, di rastiyê de ne mijara ceza înfazê ye. Ew di heman demê de nîşaneya berxwedana dewletê ya li dijî demokratîkbûnê ye."
'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
Rêveberê TUHAY-DER'ê Nedîm Şîpal û endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'ê Kemal Tîbelîk bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kirin ku divê girtiyên nexweş ji bo her kesî pêşîniya sereke bin û daxwaza berdana wan kirin.
Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
Li du girtiyên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Erzinganê muayeneya bikelemçe hat ferzkirin. Bijîşkê nexweşxaneyê li dijî vê rabû. Cendirmeyan ji bijîşk re got "sûcên wan cuda ye" û ger kelemçeyê veke dê der barê wî de zabitnameyekê amade bikin.