Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
Mehmet Edîp Taşar ku li Girtîgeha Tîpa L a Marmarayê tê ragirtin 18 caran anjiyo bûye û 8 stent jî xistine dilê wî. Kurê wî Agît Taşar bang kir ku bavê wî tavilê bê berdan.
Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
Ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol ê piştî emeliyatê enfeksiyonê pişika wî girt û belav bûye, dest bi dayîn hin dermanên din hat kirin.
‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
Selçûk Mizrakli bi sedema ku dema înfaza cezayê wî ketiye bin salekê, ji bo tehliyeyê serlêdan kir. Serlêdana Mizrakli hate redkirin.
Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç di danişîna ewil a doza xwe de hat berdan.
Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
Ekrem Îmamoglû daxuyanî da û got: “Îdianameya ÎBB’ê bi zextê û bi îftîrayan hatiye amadekirin û ji derewên we pêk tê.”
Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
Dûran Kalkan anî ziman ku pêvajo mecbûrî ye ne tercîh e û got: "An wê bi ser bikeve an wê bi ser bikeve. Bi sernekeve wê felaket bibe. Lewma ji bo serketina pêvajoyê çi pêwîst be em ê wê bikin."
Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
Emîne Bûlût, xwişka Şengul Yilmaz a li Dîlovasiyê di cinayeta li cihê kar de jiyana xwe ji dest da, got ku zabiteyên şaredariyê yên ku ji bo vekolîna kargehê hatine, qutiyeke deodorantê wergirtine û hatine şandin.
Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
Şaredarê berê yê Hopayê Yilmaz Topaloglû, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û got: “Êşa li Behra Reş jî, ya li Amedê jî heman êş e. Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be.”
Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
Mehmet Karakûş ku li ser paşxaneya dîrokî ya rêxistina komunan sekinî, got: "Komunên li Kurdistanê divê bi tevahî bi dilxwazî bin û li ser bingeheke dilxwazî werin avakirin."
Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
Xwişka girtiyê bi navê Şukru Baytar Melahat Sarhan ê ku tehliyeya wî piştî ferzkirina poşmaniyê cara sêyemîn hate astengkirin, got: “Li wî poşmaniyê ferz dikin, birayê min kes nekuştiye ku poşman bibe.”
Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
Wezîrê Parastinê Yaşar Guler diyar kir ku di balafira ser sînorê Azerbaycan-Guristanê ketî de 20 leşker mirine.
Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren got, divê pêvajo ji “aştiya negatîf” a ku tenê bêdengbûna çekan îfade dike, êdî derbasî pêvajoya “aştiya pozîtîf” a ku dê tê de verastkirinên hiqûqî bên kirin, bibe.
Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
Endamê Desteya Serokatiya PYD’ê Salih Muslim derbarê hevdîtina Trump û Şara de got: “Êdî em dikarin bibêjin ku Tirkiye Peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye. Bi vê peymanê re wê gelek pirsgirêk çareser bibin.”