Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê vê hefteyê li Meclisê bicive. Her wiha tê payin ku 11’emîn Pakêta Darazê jî pêşkeşî Meclisê bê kirin.
Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Lijneya Giştî ya ÎHD’ê re nameyek şand û got: “Em ê bi hev re pêşerojeke azad, wekhev û adilane ava bikin.”
Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
Ji zaroka 15 salî Elanûr Çakir ku di 13’ê Mijdarê de ji mala xwe ya li navenda Mûşê derket, agahî nayên girtin.
Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
Li Rihayê zarokekî 15 salî yê li kargehekê de dixebitî, ji hêla xebatkarên kargehê ve hate derbkirin. Zarok, bi giranî birîndar bû.
Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
Li gorî rapora meteorolojiyê, li rojhilatê Behra Reş û bakurê Kurdistanê dê berf, baran û şilope bibare.
Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
Burhan Kartal ê ku ji bo serdana birayê xwe çûye girtîgeha bi navê “tîpa bîrê” ya li Edeneyê, got: “Dema mirov diçin zîndanan, rûyê dewletê dibîne. Li girtîgehan siyaseta şerê taybet tê sepandin.”
Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
Azat Taş, rexmê rapora xwe ya astengdariya zihnî ya ji sedî 62 û nexweşiya xwe ya epîlepsiyê jî sê caran hatiye girtin. Malbata Taş bertek nîşan da û ev bang kir: "Hemû girtiyên nexweş serbest berdin."
Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
Seyîd Rıza û hevrêyên wî li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyan de soza ku dê têkoşîna wan bi aştî û civaka demokratîk bê tacîdarkirin.
'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
Di çalakiya vê hefteyê de, ÎHD'ê bal kişand ser rewşa Muhlise Karaguzel û Abdulvahap Kavak ên bi giranî nexweş in û xwest ku demildest serbest bên berdan.
Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li gelek bajaran li hev civiyan. Di çalakiyê de li aqûbeta Nazim Gulmez, Hamza Tutan, Ali Tekdag, Hakki Kaya û Orhan Yakar ku di dîrokên cuda de di bin çavan de hatin windakirin pirsin.
Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
ÎHD'ê kongreya xwe ya asayî ya 22'yemîn ku wê 2 rojan bidome li dar dixe. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di kongreyê de axivî, anî ziman ku bi berxwedan û piştgiriyê ew ê pêşî li zext û binpêkirina mafên mirovan bigirin.
Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
Dayikên Şemiyê, diyar kirin ku kiryarên windabûna Nazim Gulmez bi bêcezatiyê tên parastin û daxwaza edaletê kirin.
Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
Li Nevşehîrê mînîbusa serwîsê ya karkeran qelibî. Di qezayê de 14 karker birîndar bûn.
Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
Li Dîlovasiyê karker Tuncay Yildiz jî yê di şewata li fabrîqeya kozmetîk de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Hejmara karkerên li Dîlovayê jiyana xwe ji dest dan, derket 7’an.