Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
Amediyan daxuyaniyên AKP-MHP'ê yên li ser pirsgirêka kurd bi gotinên "Li aliyekê dibêjin em ê Apo berdin, li aliyê din jî êrişî kurdan dikin" rexne kirin û gotin: "Gelo ew ê bi vî rengî bin pirsgirêka Kurd çareser bikin?"
Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
HSD’ê bi daxuyaniyekê îdiaya ku hêzên wan li rojhilatê Helebê pêş dikevin derewand û da zanîn ku di pevçûnên li Minbicê de gelek endamên komên paramîlîter hatine kuştin.
Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna baran û berfê, Amedê jî di nav de hişyarî da gelek bajarên bakurê Kurdistanê.
Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
Serokê Baroya Amedê yê berê Nahit Eren got: "Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê hatine dîtin, bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayik Yuksel Guran û bira Enes Guran re li hev dikin."
Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
SÎHA aydê Tirkiyeyê bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê bombebaran kir û kesî jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
Di daxuyaniyên der barê êrişên li hember Rojava de hat diyar kirin ku yên pişta xwe spartine çeteyan wê li dijî berxwedana gel teqez têk biçin û wiha hat gotin: “Em banga piştevaniya bi Rojava re li hemû kesî dikin.”
Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
Amedsporê di Qupaya Tirkiyeyê ya Zîraatê de Adana 01 FK 1-0 têk bir û derket tura 5’emîn.
Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan de dê sibe li navenda bajar bê protestokirin.
Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
Girseya ku li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Kobanê meş li dar xist, zincîra ji mirovan ava kir û dirûşma “Her der Rojava her der berxwedan” berz kir.
Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ew ê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemînin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got ku DAIŞ, HTŞ û SMO ji heman çavkaniyê tên xweyîkirin û tevek jî komên paramîlîter in.
Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Pirsûsê li ser sînorê Kobanê di meşê de axivî û got: “Di berxwedana Kobanê de rê nedan dagirkeriyê û dê rê neyê dayin.”
Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
Parlamenterên DEM Partiyê li dijî tecrîda li Îmraliyê, şer û tayînkirina qeyûman li Meclisê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
Di encama topbarana artêşa tirk a li dijî gundên Dihokê de welatiyê bi navê Sebah Abdulstar jiyana xwe ji dest da.
ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bertek nîşanî serpana cotkelemçeyê ya li Girtîgeha Kiriklar a Bucayê li girtiyan tê ferzkirin da û xwest ev sepan bê bidawîkirin.