Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin

Bi hincetên “Fikrên wî û yên Abdullah Ocalan wekhev in” û “poşman nîne” tehliyeya Adnan Çelebî ê 30 sal in girtî ye, hate taloqkirin.

Amed di nava mijê de ma
Amed di nava mijê de ma

Ji serê sibehê ve li Amedê mijeke zêde heye û bajar di nava mijê de winda bûye.

‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin

Abdullah Adlî, Baver Coşkun û Berdan Kurt ku li Girtîgeha Marmarayê tên ragirtin, dan zanîn ku hem li emniyetê hem jî li girtîgehê rastî “lêgerîna tazî” û tundiyê hatine.

Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê

Aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Margaret Owen êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “qirkirin” nirxand û wiha got: “Li hemberî gefa li ser hebûna Rêveberiya Xweser divê hemû dinya bikeve nava hewldanê.”

Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne

Rojnameger Yehya Elo ku li Minbicê di eniya şer de geşedanan dişopîne anî ziman ku komên paramîlîter bi rojan e êrişî Minbicê dikin lê gavekê jî pêş neketine û wiha got: " Gelên Minbicê li derdora Meclisa Leşkerî ya Minbicê kom bûne. Minbic, 8 sal bere ji tarîtiyê hat rizgarkirin û careke din teslîmî tarîtiyê nabe."

Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin

Siyasetmedar Salih Muslim diyar kir ku komên paramîlîter nikarin li Minbicê bi pêş ve biçin û got: “Hêzên me li wir têra xwe hene. Dikarin xwe biparêzin. Li dijî êrişan em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin."

ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN

Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin

Di bombebarankirina gundên li rojavayê Minbicê de 2 xwişk û bira hatin qetilkirin.

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî

34 partî û tevgerên sûriyeyî li dijî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter banga xurtkirina eniya navxweyî li gelê herêmê kirin.

Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê

Bajarê Hamayê ji aliyê hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ve hate dagirkirin. Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ji bo parastina sivîlan xwe vekişandine başûrê bajêr.

Li Minbicê bîlançoya êrişan
Li Minbicê bîlançoya êrişan

Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter êrişên xwe yên li ser Minbicê zêde kirin. Mal tên talankirin û şewitandin. Di êrişan de jinek hate qetilkirin û 2 jî birîndar bûn.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê di daxuyaniya girseyî û meşê de axivîn û gotin ku gelê Wanê dê li dijî polîtîkaya talankirina saziyan a îktîdarê û xwedî li rûmet û heysiyeta xwe derkeve û berxwedana xwe bidomîne.

Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin

HSD’ê ragihand ku wesayîtên 15 hezar welatî ji Şehbayê vediguhestin ji hêla komên paramîlîter ve hatine dorpêçkirin û gelek jê hatine revandin.

DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin

Parlamenterên DEM Partiyê li Meclisê pêşangeheke deyn û nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin vekirin.

Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin

Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Uçar di çalakiya protestokirina êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û wiha got: “Rojava Wan e, Êlih e, Amed e. Sînorên we xêz kirin nikarin me ji xwişk-birayên me û ji xaka me qut bikin.”

< 499 500 501 502 503 > Rupel 501 / 5.358