Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin “Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin” û ji bo sekinandina êrişan banga berpirsyartiyê li her kesî kirin.
Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin.
TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
TEV-DEM’ê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter daxuyanî da û got ku plana qirkirina gelên herêmê tê kirin.
Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê jiyanê yê Cîhat Morgul ê 14 salî ku cenazeyê wî li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeya derketina derve de 3 caran hat veşartin, hatiye binpêkirin.
Ongullu piştî 30 salan hate berdan
Abdullah Ongullu ku 30 sal bûn di girtîgehê de bû, ji Girtîgeha Afyonê hate berdan.
ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
ÎHD’ê diyar kir ku ne tenê qada civakî di heman demê de girtîgeh jî ji bo kesên astengdar veguherîne qadên îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk. ÎHD’ê xwest ku girtiyên astengdar ên nikarin bi tena serê xwe sexbêra xwe bikin bên berdan.
Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulah Hatîmogûllari bertek nîşanî gotinên Bahçelî da û wiha got: “Dev ji gefxwarinê berdin û deriyên Îmraliyê vekin.”
Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
Li Semsûrê 3 ciwanên li muzîka Kurdî guhdarî dikirin, ji hêla notirvanan ve hatin binçavkirin.
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan li ser îtîraza parêzeran, hate berdan.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
Polîsên dewleta tirk di 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê de dest danîns er pirtûka Nelson Mandela ya “Rêya Diçe Azadiyê” û pirtûka ku nameyên Mehmet Hayrî Durmuş tê de hatine berhevkirin.
Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.
Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
Rojnameger Saliha Aras di 30’emîn salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de axivî û got: “Ev êriş dê nekarin me ji rêya me bikin. Yenî Yaşam jiyana hemû gelan e.”
Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtiyên edlî û siyasî jiyana xwe ji dest dan. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Farûk Yazmaci rewşa li girtîgehan weke "komkujiyeke plankirî" bi nav kir.
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ragihand ku hêzên wan li dijî gefa DAIŞ’ê kontrola 7 gundan li xwe girtine û hêzên xwe lê bi cih kirine.