Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe
Dayika girtî Husnu Aşkan jiyana xwe ji dest da û 4 roj piştre ji rewşê hate agahdarkirin. Her wiha destûr nehat dayin Aşkan biçe şîna dayika xwe. Aşkan, bertek nîşan da û got: “Bawerim êşeke wiha ‘xelata’ nasnameya me ya etnîkî ye.”
AYM: Nabe ku tenê li gorî îfadeyên şahidên nepen biryar were dayin
AYM’ê cezayê tenê ji ber îfadeyên şahidê nepen li Y.T. hatiye birîn nirxand û bi sedema “Nabe ku tenê ji ber îfadeyên şahidê nepen biryar were dayin” û biryara binpêkirinê da.
Ji bo rojnameger Oruç biryara beraetê hat dayin
Ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li rojnameger Azîz Oruç doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê hat lidarxistin û biryara beraetê hate dayin.
DEM Partiyê têkildarî Zeydan daxuyanî da: Dev ji lîstikên siyasî berdin
DEM Partiyê têkildarî biryara Dadgeha Bilind a derheqê mafên memnu yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan de daxuyanî da û wiha got: “Dev ji van lîstikên siyasî berdin.”
Di 10 rojan de 147 kes hatin binçavkirin
Wezareta Karê Hundir diyar kir ku di 10 rojan de li 30 bajaran bi giştî 147 kes hatine binçavkirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana DÎSK’ê
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re çûn serdana Navenda Giştî ya DÎSK’ê.
Waniyan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan: Em vê neheqiyê qebûl nakin
Xelkê Wanê bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a têkildarî mafên memnu yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan dan û gotin ku dê vê biryarê û neheqiyê qebûl nekin.
Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê
Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan dema pewira şaredariyê dewr girtin li ser gotina kesek astengdar der barê wan de doz hatibû vekirin û têkildarî dozê biryara neşopandinê hat dayîn.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal diyar kirin ku biryara Dadgeha Bilind “hewldana dayina mazbatayê ya namzetê AKP’ê ye” û wiha gotin: “Em ê rê nedin zîhniyeta dixwaze şaredariya gel xesp bike.”
Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
Parêzer Ozlem Gumuştaş got ku divê ‘Mafê hêviyê’ were bicihanîn û xwest ku tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û li dijî tecrîdê banga têkoşînê kir.
Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
Girtiyê bi navê Alî Can Yilmaz dê di 25’ê çileyê de temamiya cezayê lê hatiye birîn temam bike lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê biryar da ku tehliyeya Yilmaz mehekê bê taloqkirin.
Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
Mûstafa Geylanî ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ji malbata xwe re ragihand ku gardiyan û midûrê girtîgehê li wan “rawesta amadeyî” ferz dikin.
Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
Li Eyaleta Huzistanê ya Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû.
Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
Hunermendan destnîşan kirin ku divê ew bi hev re li dijî tayînkirina qeyûman têbikoşin û gotin ku qeyûm xebatên çand û hunerê jî asteng dikin.