Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê tên ragirtin diyar kirin ku lêgerîna nava dev li wan tê ferzkirin, aktîvîteyên wan ên civakî tên astengkirin û destûr nayê dayin ku di navbera xwe de bi kurdî biaxivin.
Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
Rojnameger-nivîskar Yûsûf Karadaş diyar kir ku êrişa HTŞ’ê ya li hemberî Helebê, encama plana DYA-Îsraîlê ya jinûve dîzaynkirina herêmê ye û wiha got: “Rejîma Erdogan a bi HTŞ û SMO’yê re derketî rê, bi xetereyên mezin re rû bi rû ye.”
Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
Mamoste Sîbel Suna ku ji ber protestokirina tayînkirina qeyûm ji peywirê hate dûrxistin diyar kir ku ew poşman nîne û wiha got: “Ji ber ku tişta di dema qeyûm de hatiye kirin zilm bû, ez nikarim piştgiriyê bidim wê zilmê.”
Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
Emîn Newroz Korkmaz ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin, sewqî Nexweşxaneya Diranan a Kepezê hate kirin. Li nexweşxaneyê li Korkmaz hate ferzkirin ku dê di dema tedawiyê de destên wî kelemçekirî bin. Korkmaz ê li dijî vê derketî ji hêla leşkeran ve hate derbkirin.
Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
Hevserokên KNK'ê diyar kirin ku ji bo Rojhilata Navîn ji vê qeyrana şer derkeve, paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bivênevê ye û wiha gotin: "Pêwistiya çareseriya van krîzan bi felsefeya birêz Ocalan û nexşerêya wî ya çareseriyê heye. Ji bo hevdîtina bi rêzdar Ocalan re divê tekoşîn bê mezinkirin."
Amed di nav mijê de ma
Ji ber mija zêde ya li navenda Amedê, navbera dîtinê heta 10 metreyan jî ket.
Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku hin aliyên girêdayî dewleta tirk bi îdiayên nerast hewl didin ku taxê ji niştecihên wan vala bikin û bêyî garantiya navneteweyî berê wan bidin Efrînê. Meclisê bang li şêniyan kir ku bi van îdiayan neyên xapandin.
Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê diyar kir ku komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û DAIŞ’ê li bejahiya Dêrazorê dîsa bi cih bûne û ragihand ku ew derbasî navenda bajarê Dêrezorê û rojavayê Firatê bûne.
KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
Hevberdevka komîsyona kongreyê ya KURDÎGEH'ê Leyla Çakir diyar kir ku dê komeleya wan kongreyê li dar bixe û ev bang kir: “Em ê di demeke nêz de kongreya KURDÎGEH’ê pêk bînin. Bila hemû zimanhez û dildarên zimanê Kurdî li derdorê KURDÎGEHê bibin xelek.”
Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
Mehmet Turgay ê 32 sal bûn di girtîgehê de, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê hate berdan.
Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî got: “Rewşekî leşkerî û siyasî ya nû derket holê. Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne. Divê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nîqaşên çareseriyê de cih bigire.”
Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa xwe da û ji bo her 4 bersûcan cezayê muebbeta girankirî xwest.
Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
Li herêma gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin.