Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
Dengbêj Hecer ku li Mêrdînê tevî temenê xwe yê mezin jî bi klamên xwe di çalakiyan de cih digirt, jiyana xwe ji dest da.
Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
Komîsyona li Meclisê hatiye damezirandin, biryar da ku roja Înê, bi rojeva serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicive.
Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
Aydin Yucel piştî 31 salan ji Girtîgeha Bolûyê derket.
Dermankirina rojnamevan Aykol didome
Rojnamevan Huseyin Aykol ê piştî emeliyatê enfeksiyonê xwe li pişika wî girt, bi dermanan tê dermankirin.
Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
Danişîna doza rojnameger Abdullah Kaya hate darizandin.
ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya endama wan Hatîce Oranê giran dibe û banga tehliyeya wê kir.
Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji bo turnuvaya li ser navê Sirri Sureyya Onder tê lidarxistin peyamek şand.
7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
Di danişîna doza rojnameger Hamdullah Bayram de 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayin û hate tehliyekirin.
Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
Hevşaredara Cizîrê ya berê û aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin. Tulay Hatîmogûllari di merasîma definkirinê de axivî û got: “Bila soza me ya ji bo wê be, em ê strana aştiyê ya di nîviyê de hiştî temam bikin.”
Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî di nav de, der heqê 11 wekîlan de ji bo rakirina parêzbendiyê dosya şandin Serokatiya Meclisê.
Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
Polîsan bi ser pêşangeha Galeriya Hunerê ya Ataturkê ya li ser Rêya Armûşê de girtin. Di serdegirtinê de wêneyên 7 jinêne di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane desteserkirin.
'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
Dayika 3 zarokan Rojbîn Nergîzê diyar kir ku di wêneyekî de ew şibandina kesekî ku jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê yekê dozek der heqê wê de hatiye vekirin û got: "Ew kes ne ez im, ez edaletê dixwazim."
Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Yasîn Aktaş diyar kir ku ji bo pêkanîna mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêdivî bi tu verastkirina qanûnî jî nîne û wiha got: "Em aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ne. Ger peyman were bicihanîn, 'mafê hêviyê' jî dikare were bicîkirin."
Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
Aktivîsta TJA'yê û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kutlu ya ku li nexweşxaneyeke Edeneyê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.