Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket

Hejmara 261an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta Kirmanckî ya “Çol de gulêke: Rojava” derket û bal kişand ser modela Rojava.

Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’

Hevserokatiya PYD’ê diyar kir ku li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê civîna neteweyî ya Sûriyeyê were lidarxistin.

‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’

Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Stenbolê bi dirûşma “Jin aştiyê diaxivin” çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Em jin niha dibêjin ku ji bo bidawîkirina binpêkirinan, ji bo aştiyê em bi hev mafê aştiyê diparêzin.”

Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin

Şivanê ku li herêma germava Hestayê ya navçeya Basê ketibû çemê Dîcleyê, mirî hat dîtin.

'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman re tê xwestin ku Kurdan li hemû qadan tune bikin.

Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di çalakiya nobeta ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de axivî û wiha got: “Em bi gelê Rojava re ne. Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala gelê Kurd.”

Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî civîna duh li Urdunê têkildarî pêşeroja Sûriyeyê hatiye lidarxistin axivî û wiha got: “Li Sûriyeyê istiqrar bi beşdarkirina tevahî aliyan û mîsogerkirina yekitiya xaka wê ku rê li ber aştiyeke mayînde vedike, dest pê dike.”

Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hewldanên derxistina aloziya di navbera gel û mezheban de hişyarî kir û got: “Guh nedin nûçeyên derew û manîpulatîf.”

Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin

Di êrişên sê rojan ên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 31 sivîl hatin qetilkirin û 9 jî birîndar bûn.

Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku bi gotina “Pirsgirêka Kurd tune ye re pirsgirêk çareser nabe” û wiha got: “Ji ewil divê hûn qebûl bikin da ku bikarin çareseriyekê pêş bixin.”

Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de bi dirûşmên berxwedanê didome.

Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin

Xelkê Minbicê li dijî kiryarên dewleta tirk û komên paramîlîter ên weke talan, dizî, kuştin û revandinan dest bi greva giştî kirin.

Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter û ev bang li cîhanê kir: “Li dijî êrişan, em rûmeta Kobanê biparêzin.”

Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got ku tekane partiya ji bo astengdaran xwedî manîfesto partiya wan e û banga “Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan” li şaredariyan kir.

‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike

“Çareseriya Demokratîk û Meşa Azadiyê” sibe bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li Enqereyê dest pê dike. Di metna deklarasyonê de wiha hate gotin: “Înkarkirina Kurdan ji ewil li Meclisê dest pê kir lewma ji bo sererastkirina wê divê em ji vir dest pê bikin

< 485 486 487 488 489 > Rupel 487 / 5.358