Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e

Serokê Komeleya Yekitiya Suryanan Yunanna Aktaş ku di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de cih digire, diyar kir ku Rêveberiya Xweser temînata nasnameyên cuda ye û wiha got: “Pêşeroja Sûriyeyê, girêdayî parastina Rêveberiya Xweser e.”

Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê

Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr da zanîn ku “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dê di 19’ê Kanûnê de li Edeneyê be û wiha got: “Em bi hev re daxwaza xwe ya çareseriyê biqîrin.”

‘Mesele pirsgirêka kurd nîne  meseleya Tirkiyeyê ye’
‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’

Hiqûqnas, rewşenbîr û hunermendan diyar kirin ku divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin, mesele tenê pirsgirêka kurd nîn e, meseleya Tirkiyeyê ye û dê hewldanên xwe yên ji bo çareseriyê bidomînin.

Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, wiha got: “Em bi eşkereyî radigihînin; weke PKK em li Rojava tune ne. Tu têkiliya me bi rêxistineke li wir re nîne.”

Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade

Tirkiyeya ku li Sûriyeyê bi binpêkirinên xwe yên mafên mirovan di raporên NY'yê de cih digire, li welêt êrişên nû dan destpêkirin. Malbata Anna Campbellê 7 sal in nikare cenazeyê keça xwe wergire.

Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin

Siyasetmedar, nûnerên rêxistinên sivîl û dayikên aştiyê yên li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûn, diyar kirin ku kurd jî wekî gelên din xwedî daxwaza jiyaneke wekhev û azad in.

'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku Tirkiye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî "nêzîkatiya ez ê çawa tasfiye bikim" e û Berdevkê Demî yê SMF'ê Mahîr Gurz jî got: "Rojava li hemberî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e."

Şengal ji bo Rojava seferber bûye
Şengal ji bo Rojava seferber bûye

Endama Meclisa Xweser a Şengalê Nafya Mêşo têkildarî kampanyaya ji bo piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li Şengalê hatiye destpêkirin axivî û got: “Wan canê xwe ji bo me dan. Lewma civaka Êzidî çi ji dest bê dê ji bo Rojava bike.”

ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN

Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin

Şaxa ÎHD’a Êlihê da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûm li Êlihê nêzî 300 kes hatine binçavkirin, li piraniya binçavkiriyan tundî hatiye kirin û herî kêm 37 kes hatine girtin.

Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ser sînorê Qamişloyê hatiye destpêkirin de gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Kesê dikare şer bi dawî bike birêz Abdullah Ocalan e. Lewma divê tecrîd tavilê bê bidawîkirin.”

Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin

Di 13’ê Kanûnê de li Mêrsînê parastvanên mafan û siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Binçavkirin, hatin protestokirin û peyama “Em bi hevalên xwe re ne” hate dayin.

Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’

EGE-TUHAYDER’ê di çarçoveya kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” de ji gelek girtiyan re pere şand.

‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di dayina starta “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de axivî û wiha got: “Heta aştiyeke birûmet pêk tê û birêz Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome.”

Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, di roja 4’emîn de didome.

< 483 484 485 486 487 > Rupel 485 / 5.358