Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û Konseya Bajar a Wanê bertek nîşanî binçavkirina Hevserokê DBP’ê yê Bajar ê berê Harûn Okay û Hevserokê Konseya Bajar Fîkret Dogan dan û xwestin bên berdan.
Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên SMO’yê daketin qadan.
Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
Rêveberiya Xweser a Demokratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêvajoya nû ya avakirina Sûriyeyê beyannameyeke ji 10 xalan pêk tê eşkere kir.
'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrdîn û Şirnexê diyar kirin ku êdî tehemûla Kurdan nîne sedsaleke din jî winda bikin û wiha gotin: “Bila kesek li ser Kurdan hesabên xelet neke.”
'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
Rojnameger Bêrîtan Sarya diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê yên li ser Helebê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser heman plan in û wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS li dijî Rêveberiya Xweser siyasetê bimeşîne.
Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
Di doza Nîhat Kazanhan de ji bo polîsê bersûc biryara lêgerînê ya bi bûltena sor hatibû dayin û biryar hate dayin ku qeydên HTS’ê yên faîlî bên lêkolînkirin.
Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
Ji rewşenbîrên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang kirin Oya Baydar anî ziman ku ji bo dijminatiya li Kurdan ji mejiyê mirovan were jêbirin divê partiyên muxalefetê gavan biavêjin. Onûr Hamzaoglû jî got ku gava ewil divê tecrîd were rakirin.
Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
Polîsan li Cizîrê bi ser malan de girtin û zarok jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.
EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Halîl Îmrek têkildarî geşedanên li Rojava axivî û got, "Her êrîşeke li dijî Rojava, darbeya li daxwazên gel ên demokrasî û azadiyê ye. Divê hemû kes li Rojava ya ku li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê parastina gelan kir xwedî derkevin.”
Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
Welatiyên beşdarî çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê bûn, wiha gotin: “Rojava, rûmeta mirovahiyê ye û em xwedî li Rojava derkevin.”
Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal diyar kir ku divê partiyên li Meclisê li dijî tecrîdê bên gel hev û wiha got: “Divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biaxive. Divê ev firsend were dayin û tavilê zemîna vê ya hiqûqî were amadekirin.”
Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
Endamên Platforma Saziyên Demokratîk ji bo “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê ji Amedê ber bi Enqereyê ve were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
Hevserokê Şaxa OHD’a Êlihê Şîrîn Şen bal kişand ser nîqaşên têkildarî nenaskirina “Binpêkirina mafê hêviyê” yê DMME’yê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû û wiha got: “Nenaskirina mafê hêviyê, binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye.”
Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
Parêzer Cemîle Turhalli ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî banga piştevaniyê kir û wiha got: “Ev doz, berdewamiya tacîza darazê ya li dijî Kurdî ye. Ev doz, doza her kesî ye û divê her kes xwedî lê derkeve.”