Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
Rêxistina Bajarê Wanê ya Partiya DEM'ê operasyona binçavkirinê ya duh li bajêr pêk hatibû şermezar kir û diyar kir ku hikûmet komployên xwe yên siyasî didomîne.
Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
Taziyeya endamê HPG'ê Denîz Şen ê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
Helbestvan Ferhad Merdê û lîstikvanê şanoyê Cûma Xelo (Bavê Teyar) li hemberî êrîşên li ser Rojava banga piştgiriyê kirin.
Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî ya kurd Werîşe Muradî ya li Girtîgeha Evînê ya Îranê tê ragirtin, krîtîk e.
Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
Partiya DEM’ê li Meclîsê ya bi boneya 9'emîn salvegera qedexeyên derketina derve daxuyanî da û got ku ji bo ku firsendeke dîrokî ya veguhere tifaqeke dîrokî, divê rûbirûbûnek çêbibe.
Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
Di daxuyaniya di 9'emîn salvegera qedexeyên derketina derve de ku piştî berxwedana xwerêveberiyê ya sala 2015'an li Cizîrê dest pê kir, peyama "Şer ne çareserî ye, diyalog û muzakere esas e." hat dayîn
Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got, "Ger pirsgirêka kurd çareser bibe, divê hûn statûya Rojava nas bikin." Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî got, "Çareserî muxatabgirtina Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ye."
Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
Rêvebira Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûmayê ragihand ku di encama êrişan de qadên jiyanê bûne hedef û DAIŞ'a ku ji vê rewşê sûd werdigire hewl dide hêza xwe xurt bike.
Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
Amediyan bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û aqûbeta Seddam Huseyîn bi bîr anîn û diyar kirin ku aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navînê tenê bi çareseriya pirsgirêka kurd pêkan e.
Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
Mehmet Şahîn ê ku bi biryarnameyê ji kar hat dûrxistin, têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ji bo wergirtina îkramiyeya malnişîniyê winda kir. Şahîn ji ber ku nikaribû 24 hezar lîre heqê dosyeyê û heqê parêzeriyê bide ket ber îcrayê.
Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Êlihê bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û bang li hikûmetê kirin ku "bi kurdan re li ser maseyê rûnên, ne bi çeteyan re."
‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di têkildarî butçeya Wezareta Parastinê axivî û got, "Erdnîgarî diguhere, nexşe ji nû ve tên xêzkirin, lê hûn bombekirina Rojava didomînin."
Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
Li gorî rapora rêxistinên parastina mafan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê lêgerîna tazî tê ferzkirin, cezayên disiplînê yên keyfî tên dayin û tehliyeyên girtiyan bi keyfî tên taloqkirin. Hat gotin ku tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî girtiyên nexweş nayên berdan.
Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
MATUHAYDER'ê destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e" dane destpêkirin û dê bi şandina pereyan ji girtiyan re hevgirtinê zêde bikin.