Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin

Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişloyê ya li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 7’an de ye. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hate silavkirin û banga yekîtiyê hate kirin.

Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a aîdê Tirkiyeyê birca gundê Qişlê yê başûrê Kobanê bombebaran kir.

'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'

Salîha Aydenîz ya DEM Partiyî di ‘Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk’ de axivî û da zanîn ku çareserî yekîtî ye û mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e.

Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn

- Bi boneya salvegera di bin navê “Vegerandina li Jiyanê” de hatiye kirin de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û wiha hate gotin: “Bi ser re 24 sal derbas bûn û di van salan de pergala tecrîdê girantir bû û li hemû girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan zêdetir bûn.”

Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin

Tehliyeya Mehmet Alî Taşli ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin, ji bo salekê hate taloqkirin.

HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
HSD’ê ji bo Kobanê bang kir

Fermandariya Giştî ya HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter amadekariya êrişeke mezin a li ser Kobanê dikin. HSD’ê bang li gelê Kobanê, gelê Kurd, gelên ereb û hêzên navneteweyî kir û got: “Em ê li Kobanê serkeftineke mezin bi dest bixin.”

Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran

Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan banga rewşenbîr û nivîskaran a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin ku ji her demê bêhtir niha pêdiviya wan bi aştiyê heye.

Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin

Dayika Taybet Înan di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li kolana lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Di bîranînê de hate gotin ku heta faîlên Dayika Taybetê tên darizandin dê têkoşîna wan bidome.

DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî

DEM Partiyê girtiyên di “Operasyona Vegerandina Jiyanê” de hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku tecrîd û îşkenceya li girtîgehan hêj didome.

Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin

DEM Partiyê ragihand ku Hevşaredara Hezexê Turkan Kayir ji partiyê hatiye îxrackirin.

Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û axaftinên Hakan Fîdan da û wiha got: “Dibêje; ‘Bila ji wir derkevin.’ Erê baş e bira, ê ew der axa wan e. Divê hûn ji wir derkevin.”

Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku ew bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rawestandina êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” bûne û banga tevlibûna daxuyaniya li Enqereyê kirin.

‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de li Edeneyê axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan, paradîgmaya Abdullah Ocalan e. Sumeyye Boz, wiha domand: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê şert û merc bên amadekirin.”

Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe

Dayika Mehmet Bahaddîn Oncu ku 30 sal in girtî ye, wefat kir. Oncu, xwest beşdarî merasîma definkirina cenazeyê dayika xwe bibe lê bi hinceta “ewlehiyê” hate astengkirin.

< 479 480 481 482 483 > Rupel 481 / 5.358