Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
Gelek kesan bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan. Ji siyasetmedaran heta rewşenbîr, parastvanên mafên mirovan û rojnamegeran, gelek kesan gotin: “Kesek nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike.”
Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
YRJ û YRA’yê têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê li Qamişloyê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê têkoşîna wan mezin bikin. Wiha hat gotin: “Em ê şopdarên heqîqet û azadiyê bin.”
Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez di hevdîtinên budçeyê de bertek nîşanî êrişên ser Çapemeniya Azad da û wiha got: “Çapemeniya Azad nefesa gel e. Yên pênûsan weke sûc dibînin dê nekarin heqîqetê bixin zindanê.”
‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kirin û gotin: “Hûn dê nekarin rastiyan bêdeng bikin.”
Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
“Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” gihişt Enqereyê û meşvanan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wiha hage gotin: “Ji bo rakirina tecrîda girankirî, çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha muzakereyan û demokratîkbûna Tirkiyeyê, em bang li Meclisê dikin ku li berpirsyartiya xwe ya dîrokî rabe.”
Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
Rojnameger Nazim Daştan ku di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de hate qetilkirin, ji Efrînê heta Reqa, Tebqa, Dîlok û Şirnexê li gelek qadan gelek nûçe çêkir û di kadraya wî de her tim têkoşîna gelan hebû.
DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
DFG’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û wiha got: “Bi hêza em ji wan digirin dê bi israr û bi înad rastiya vebêjin.”
Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
Rojnameger Cîhan Bîlgîn ku li kuçeyên Amedê weke generala biçûk a Apê Mûsa dest bi xebatên Çapemeniya Azad kir, her tim li ser şoreşa jinan û berxwedanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekinî û bi nûçeyên xwe, pêvajoyên weke “dîrokî” pênase dikir, ronî kir.
AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
Parêzerê Bozan Karayilan ê ku piştî Dadgeha Destûra Bingehîn biryara di dosyeyê de xera kir û hat berdan, diyar kir ku dosye tenê li ser îfadeyên derewîn ên "îtirafkar" bûne û got: "Ji ber ku Bozan Karayilan birayê endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan e, ev kirin sedema cezakirinê."
Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
A.K. û B.T. yên ku wekî şahid hatin binçavkirin û hatin girtin, ji parêzerên xwe re ragihandin ku midûrê polîsan li wan xistiye û amîrê polîsan jî ew bi dîmen tomar kiriye.
Li Dêrsimê xetereya mayinan
Endamê ÎHD'ê Huseyîn Yaşar Sezgîn bal kişand ku li Dêrsimê zêdeyî 10 hezar mayîn hene û got ku divê mayînên ku jiyana jîndaran tehdîd dikin bên paqijkirin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de hatin qetilkirin.
Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Kocaeliyê piştgirî da "Bangawazên Aştiyê" û got: “Erka me ya sereke dijderketina li dijî her cure şerî ye.”
QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê operasyona paqijkirina bajarê Meidan û derdora wî bi dawî kir.