Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku partiya wan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heta niha 23 serlêdan kiriye û wiha bertek nîşanî gotina “Em ê demeke guncav peyda bikin” a Wezîrê Dadê da: “Dema musaîd, nîşaneya keyfiyetê ye. Divê rêya ber bi birêz Ocalan ve diçe were vekirin.”
Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku Tirkiye bi girankirina tecrîdê re dixwaze pêşî li Abdullah Ocalan bigire ku têkildarî Sûriyeyê peyaman bide û wiha got: “Divê partiyên çep û sosyalîst rê li ber polîtîkayên şer bigirin û Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin.”
Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
Welatiyên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobetê digirin anîn ziman ku divê her kes xwedî li Rojava derkeve û gotin: “Rêya azadiyê, ji Rojava re derbas dibe.”
Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
Prof. Dr. Dogu Ergîl diyar kir ku dê li Sûriyeyê li herêma Kurd lê dijîn rêveberiyeke xweser were avakirin û Tirkiye dê mecbûr be ku vê xweseriyê qebûl bike. Ergîl, wiha got: “Wê demê li vir jî dê di pirsgirêka Kurd de hinek pêşketin çêbibin.”
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibin û got: "Êriş li ser Bendava Tişrîn û herêma Qereqozaxê hene. Divê gelên cîhanê jî li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin."
Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
Girtiyê li Girtîgeha Hejmara 2 a Dûmlû ya Erziromê Cîhan Gokalp zextên li wan tên kirin bi rêya malbata xwe ragihandin û got: “Ez bang li komeleyên mafên mirovan, baro û çapemeniya azad dikim; hewce ye ku ew dengê me bidin bihîstin da ku şert û mercên tecrîdê li vir bi dawî bibin."
Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî diyar kir ku yekane hêza ku ji aliyê gel vehatiye avakirin ew in û got: "Yekane hêza ku ji sala 2011'an û vir ve ji aliyê gel hatiye avakirin em in. Lewma daxwaza tesfiyekirina YPG'ê tê wateya daxwaza tesfiyekirina gel. Divê gelê me hişyar be."
'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
Parêzer Azad Akbûlût da xuyakirin ku Tirkiye biryara DMME'yê ya der barê binpêkirina mafê hêviyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nas nake û got ku ev binpêkirina rêgeza qedexeya îşkence û muameleya xerab û wekheviyê ye.
Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê bi topan êrişî derdora Pira Qereqozaqê ya li başûrê Kobanê kirin.
HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter agirbesta di navbera wan de binpê kiriye û ji duh ve êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin.
Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser êrişên koma paramîlîter SMO’yê ku girêdayî dewleta tirk e û wiha got: “Bi destê çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.”
Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin de axivî û wiha got: “Heke hûn bixwazin pirsgirêkê çareser bikin, wê demê deriyên Îmraliyê vekin.”
32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
32 rêxistinên civaka sivîl, komele û platformên ji Spanya û herêmên xweser têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga lezgîn kirin û gotin: “Xetere li ser hemû cîhanê ye.”