Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
Ber bi sînorê Kobanê ve gelek tanq hatin veguhastin.
Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
Li Wanê 10 jê rojnameger 39 kesên ku tevli daxuyaniya ji bo rojnamegerên hatibûn qetil kiribûn hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyan hatin berdan.
Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
Şêx Murşîd El-Xeznewî di Komxebata Yekitiya Kurd de axivî û wiha got: “Partî û rêxistinên me Kurdan divê li ser çendek xalên sereke yên yekitiya neteweyî li hev bikikn û bi yekdeng biçin Şamê.”
Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
Li Îzmîrê beriya protestokirina bikaranîna çekên kîmyewî 23 kes hatibûn binçavkirin û danişîna ewil a dozê hat lidarxistin. Parêzeran xwestin dîmen ji dosyayê bên derxistin lê ev daxwaz hate redkirin û doz hate taloqkirin.
Israra Nazim a ji bo heqîqetê
Rojnameger Nazim Daştan ku hate qetilkirin, dema li Dîlokê li pey şopa kujerên rojnamegerê sûriyeyî Najî El Jerf diçû hatibû binçavkirin û demekî kin beriya were girtin jî endamên îstîxbaratê ev gef lê xwaribûn: “Vêcarê jî şensê te heye, hêj em ji bo te nehatin tu hatî binçavkirin. Nexwe dê dawiya te jî mîna ya Najî Jerf bûya.”
PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
PEN Internationalê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir.
Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
Polîsan li Wanê êrişî daxuyaniya têkildarî rojnamegerên hatine qetilkirin, kirin. Di êrişê de 10 rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin.
Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
Di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin de daxuyanî tê dayin.
Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
Di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin de çalakvanan bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan.
CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wiha got: “Hedefgirtina rojnamegeran, sûcê şer e.”
DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
DEM Partiyê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir.
Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de axivî, bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a “Ez ji bo çareseriyê amade me” û wiha got: “Hûn nikarin li Rojava bi SÎHA û ÎHA’yan vê meseleyê çareser bikin.”
Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
Qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji hêla SÎHA’yên dewleta tirk ve, li Amedê hate protestokirin û wiha hate gotin: “Çi dibe bila bibe em ê kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin.”
Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê tekildarî îxraçkirina Hevşeredara Hezexê Turkan Kayir, li ber avahiya şeredariyê daxuyanî da û bang li Turkan Kayir kir ku tavilê îstîfa bike.