Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê
Apê Emîn Şahîn ku bertek nîşanî neberdana biraziyên xwe Emrah û Firat Nebîoglû yên ku yek ji wan li derve û yê din li girtîgehê felcî bûne dan û xwest ku parêzvanên mafên mirovan dengê wan ragihînin.
Ji meteorolojiyê hişyariya barîn, cemed û aşûtê
Meteorolojiyê ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde, barîna berfê û ketina aşûtan kir.
Mezlûm Ebdî bi ENKSˋê re civiya
Fermandariya Giştî ya QSD'ê der barê civîna Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî û heyeta ENKS'ê de daxuyaniyek da û got ku li ser girîngiya berdewama civînan û lezkirina çareserkirina pirsgirêkên heyî lihevkirin pêk hat.
Li Cizîrê mirineke biguman
Li Cizîrê ciwanê bi navê Alî Yusuf Ertene bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir
Şaxa ÎHD’a Amedê diyar kir ku ji bo cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn radestî malbatên wan bên kirin, wan serî li saziyên têkildar dane û xwestin ku ev serlêdana wan di zûtirin demê de bê bersivandin.
DJV’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bang li Tirkiyeyê kir
Yekitiya Rojnamegerên Alman têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de ji Tirkiyeyê xwest ku daxuyaniyê bide.
Temellî: Ji bo serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan hêj bersiv nehatiye dayin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, diyar kir ku ji bo serlêdana bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re heta nniha tu bersivên fermî ji wan re nehatine dayin.
Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin de axivî û wiha got: “Rojava dê teqez bi ser keve.”
Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan xwest têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de Komîsyona Lêkolînkirinê ya Meclisê were avakirin.
Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal, der heqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin.
Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Heqîqet hedef hate girtin
Qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Mêrsînê hate protestokirin û hate gotin ku di şexsê rojnamegeran de heqîqet hede hatiye girtin.
Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin
Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin hatibûn qetlkirin, li cihên şînê mewlûd hate dayin.
Ahmet Hakan ê Tahir Elçî kiribû hedef îcar jî qetilkirina rojnamegeran parast
Ahmet Hakan ku Tahir Elçî hedef nîşan dabû, îcar jî qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan parast û kesên derheqê mijarê de daxuyanî dayin hedef nîşan da.
Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Di çalakiyê de bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî hate dayin.